ROJAVA-SÛRIYE
Meclisa Jinan a TEV-DEM'ê kongreya xwe ya yekemîn bi dirûşma "Jina birêxistinkirî garantiya avakirina civaka demokratîk e" lidar dixe.
Berxwedana gel a ji bo parastina Bendava Tişrînê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Rêveberiya Xweser li ser bendavê daxuyanî da û diyar kir ku bi sekn û fedakariyeke mezin xak û destketî hatine parastin.
Li Helebê di meşa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Rêber Apo de wiha hate gotin, “Divê xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derkevin û armanc û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin."
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. Di meşê de peyama "Rêber Apo ji bo jinan hêviya azadiyê ye"hat dayîn.
Li bajarên Qamişlo, Hesekê, Kobanê û Helebê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dimeşin.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
‘Têkoşîn û berxwedan ji bo vegera li Efrînê ye’
Koçberên Efrîn-Şehba diyar kirin ku gelê Efrînê ev 8 sal in koçber in, lê rûxmî vê yekê ew bi berxwedaniya xwe dibin bersiv ji dijmin re û wiha gotin: “Dewamkirina Têkoşîn û berxwedaniyê ji bo vegera Efrînê ye.”
-
QSD'ê bîlançoya 24 saetan eşkere kir
QSD'ê bîlançoya şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) eşkere kir. Li gorî vê yekê, 5 leşkerên Tirk birîndar bûn, wesayiteke leşkerî jî hate îmhakirin.
-
-
'Bi wê hêviyê dijîm ku careke din Rêber Apo bibînim'
Meryem Henan ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê de birîndar bû, anî ziman ku wê Rêber Apo yekemcar di 15'ê Tebaxa 1991'ê de li Lubnanê dît û got, "Bi hêviya ku careke din Rêber Apo bibînim, dijîm."
-
-
-
-
-
-
-
YRA: Em ê li ser rêya şehîdan dewam bikin
YRA’yê got, “Em dixwazin soza xwe dubare bikin ku em ê li ser rêya şehîdên xwe, têkoşîna xwe bi rengekî hîn xurttir bidomînin. Ji bo deşîfrekirina rûyê rast ê dijmin, em ê li ser rêya şehîdan dewam bikin.”
-
‘Em ê al û pênûsa heval Azîz li erdê nehêlin’
Navenda Ragihandinê ya Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglû yê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, şermezar kir û got, "Em dizanin ku tenê bi mezinkirina têkoşîn û berxwedanê em ê karibin bibin layiqî şehîdên xwe."
-
-
Li Rojava berxwedana jinê: Li dijî zilmê têkoşîna azadiyê
Aktivîsta Kongra Îslama Demokratîk Hatîce Kavran, destnîşan kir ku komên cîhadîst ên girêdayî Tirkiyeyê, bi awayekî sîstematîk jinên Kurd hedef digirin û got ku berxwedana jinan ev yek derbas kiriye û veguheriye tevgereke azadiyê ya civakî û îdeolojîk.
-
-
-
-
Ferhat Şamî: Tîmeke MÎT’a Tirk di destê hêzên me de ye
Berdevkê Ragihandina QSD’ê Ferhat Şamî diyar kir ku di êrîşên ser Bendava Tişrînê û Qereqozaxê de tîmeke MÎT’a Tirk heye û got: “Ev tîma MÎT’ê ya Tirk niha di destê hêzên me de ne. Em ê di rojên pêş de belgeyan bi raya giştî parve bikin.”
-
QSD’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û Kobanê de şehîd bûbûn, eşkere kir.
-
QSD: 9 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, di nava 24 saetên dawî de herî kêm 9 çete hatin kuştin.