QSD’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir: Em ê armancên wan pêk bînin

QSD’ê nasnameya 5 şervanên di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne eşkere kir û got: “Em soza xwe dubare dikin ku heta armancên wan pêk bînin em ê rêya wan bişopînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanan eşkere kir.

Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin:

“Tevî êrîşên bêyî navber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ketina meha xwe ya sêyemîn de rewşa leşkerî ya li qadê pir eşkere ye. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di pêkanîna armancên xwe yên dagirkirina herêmên din ji Sûriyeyê de, tevî ku hemû bawer in ku artêşa Tirk yekser beşdarî van êrîşan bûye, lê bin ketin. Dagirker li hemberî lehengiya şervanên me ku bi şev û roj bersivê didin alava leşkerî ya dagirkeran û zirarên mezin digihînin wan, têk çûn. Êdî dagirker li rêyekê digerin ku şerma têkçûyîna xwe ya li hemû eniyan veşêrin, bi taybet li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê.

Şervanên me yên ku li eniyan berxwedanê raber dikin, hêza xwe ya moralê û vîna xwe ji piştgiriya gelê me bi hemû pêkhateyên wê werdigirin. Dijmin ne tenê di leşkerî de têk çû, lê di aliyê hembêzkirina gel de jî têk çû. Gelê me şervanên xwe hembêz kirin û bersiv da êrîş û planên dagirkeran têk birin.

Em bi serbilindî û rûmetdarî nasnameyên şervanên xwe yên ku di berxwedana dîrokî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de di dem û cihên cuda de şehîd ketine eşkere kirin û wiha ne; Yasir/Ehmed Xelef, Xalid/Xalid Etaallah El Ehmed, Zagros Reqa/Ebdullah Hisên Ebdullah, Azad Ereb/Elî Îbrahîm Elî, Kemal Pîr/Mihemed Îbrahîm Elî.

Em sersaxiyê ji malbatên van şehîdên xwe û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku heta armancên wan pêk bînin em ê rêya wan bişopînin.

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Yasir

Nav û paşnav: Ehmed Xelef

Navê dayikê: Zehra

Navê bav: Xalid

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, bi nexweşiyeke giran şehîd bû, 14’ê Sibata 2025’an

Nasnav: Xalid

Nav û paşnav: Xalid Etaallah El Ehmed

Navê dayikê: Meryem

Navê bav: Etaallah

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Tebqa-Curniye-gundê Memûdlî-15’ê Sibata 2025’an

Nasnav: Zagros Reqa

Nav û paşnav: Ebdullah Hisên Ebdullah

Navê dayikê: Cewahir

Navê bav: Hisên

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaqê, 16’ê Kanûna 2024’an

Nasnav: Azad Ereb

Nav û paşnav: Elî Îbrahîm Elî

Navê dayikê: Sîham

Navê bav: Îbrahîm

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaq, 16’ê Kanûna 2024’an

Nasnav: Kemal Pîr

Nav û paşnav: Mihemed Îbrahîm Elî

Navê dayikê: Meryem

Navê bav: Îbrahîm

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 10’ê Kanûna 2024’an."