QSD: Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dikin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18'ê Sibatê de jî êrîşên xwe dewam kirin û bi dehan caran bombe li gelek herêman barandin.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18'ê Sibatê de jî êrîşên xwe dewam kirin û bi dehan caran bombe li gelek herêman barandin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û çalakiyên bersivdayînê yên şervanan aşkera kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Şervanên me li dijî êrişên hovane yên domdar ên dewleta Tirk ên li ser gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, duh (sêşem) çalakî li hemberî baregeha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Girê Qereqozaxê kir. Di encama çalakiyê de birîndarên çete û dagirkeran çêbûn, lê hejmar nehat zanîn.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna, Xeseq û Girê Sêvê yên derdora Pira Qereqozaqê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de zirar gihaşt milkên şêniyan. Hemwextî bombebaranê, gundên Tîna, Cade, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaxê bi zêdetirî 60 guleyên obîsên giran, tank, roket û hawnan bêserûber hatin topbarankirin. Ji ber topbaranê zerarên madî yên mezin li mal û milkên sivîlan bûn.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tevahiya şevê derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikir. Balafireke bêmirov a biçek jî li bendavê da. Di encamê de zirarên madî gihaştin bendavê.
Duh saet 15.00’an balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bajarokê Şiyûx ê rojavayê Kobanê bombebaran kir. Saet di 06.45’an de gundê Ehmed Munîr ê nêzî bajarokê Şiyûx bombebaran kir, lê moşeka ji balafirê hat avêtin, li erdekî çandiniyê ket û tu zirar çênebûn. Di tevahiya rojê de tevgera balafirên bêmirov li ser herêmê hebû. Her wiha balafirên şer û yên bêmirov jî tevahiya rojê li ser bajarokê Eyn Îsa û gundewarêm wê digeriyan."