ŞEHÎD RONAHÎ YEKTA (ARŞÎN HISÊN)
Çîroka şexsekê carna dikare bibe rêwîtiya şoreşgerekê ku şahidî ji dîroka cîhanê re kiriye û guherîn pêk aniye. Carna mirov bi mîrateya çandî ya cografya xwe mezin dibe û jiyanek ji lêgerîna li edalet, azadî û wekheviyê dimeşîne. Bi nasnameya xwe û berpirsyariya civakî dewlemend dibe, vediguhere parçeyek ji têkoşîneke kolektîf. Jiyana xwe bi têkoşînê diyar dibe. Bi bandora nirxên civakî, zor û zehmetiyên erdnîgariya xwe û mîrateya dîrokî çîroka xwe diafirîne. Ev çîrok di jiyana her şoreşgerên li xaka Kurdistanê de têne dîtin. Weke ku me di jiyana Ronahî de dît...
Ronahî Yekta (Arşîn Hisên) sala 1995'an li Efrînê ji dayik bû. Haya xwe jê nebû ku bajarê lê ji dayik bû û mezin bû wê şahidiyê ji berxwedaneke çawa re bike. Jiyana xwe timî bi berxwedanê bi rêxistin kir. Li nava malbateke welatparêz mezin bû, eleqeya wê ya li ser çand û hunera Kurd ji zarokatiyê ve bandor lê kir. Li Efrînê hînê di temenê zarokatiyê de bi hişmendiya Kurdîtiyê mezin bû.
Hîn di 16 saliya xwe de li Helebê di nava Koma Govendê ya Şehîd Qendîl de dest bi lîstina govenda Kurd kir û vê yekê berê wê da qada çandê. Ev destpêk ji bo Ronahî bû amûreke jiyanê li ser rêya xwedîderketina li mîrateya çandî.
Piştî tecrûbeya xwe ya destpêkê ya li nava koma govendê di 27'ê Îlona 2011'an de ji Helebê bi girseyeke mezin tevlî merasîma Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Rustem Cûdî bû ku li Berkevirê ya Dirbêsiyê hate lidarxistin. Ronahî bi hesreta li çanda xwe her roj dewlemendiyeke nû nas kir, bi vê merasîmê re biryardariya xwe ya meşa li ser şopa Rustem Cûdî hîn xurt kir. Armancên Rustem Cûdî ji jiyana Ronahî re bû ronahî û rê nîşanî wê da. Ronahî Yekta piştî merasîmê vegeriya Helebê û sala 2012'an li akademiya ciwanan biryar da ku tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bibe. Bi vî rengî biryara parastina mîrateya çandî hîn mezin kir.
Ronahî di axaftineke xwe de gotibû, "Êşên ku dayika min kişand ez hîn bêhtir nêzî têkoşîna azadiyê ya jinê kir. Dayika min gelekî êş kişandibû. Ya rast ne tenê dayika min êş kişand, jin hemû bûn. Lewma jî diviyabû êdî ber bi jinên rêxistinbûyî ve bimeşim. Min nizanîbû ku ji bo têkoşîna ji bo azadiya jinan amade me."
Ronahî bi gotina, "Yên ku êş dikişand ne tenê dayika min bû, jin hebû bûn" bal kişandibû ser êşa kolektîf a jinên li nava civakê û di lêgerîna li çareseriya ji van êşan re bi roleke çalak rabû. Gava ku li çîrokên jinan guhdarî dikir, hewl dida êş û têkoşîna wan fêhm bike, xwe bigihîne nasnameyên wan.
Di demekê de ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên dagirkeriyê dewam dikirin, tevlîbûna li berxwedana li Kobanê bibe ji bo Ronahî dihat wateya têkoşîna li dijî dagirkeran. Ber bi vê armancê ve bi biryardarî meşiya û sala 2014'an berê xwe da Kobanê. Li pêş çavên wê berxwedaneke mezin hebû û ew jî parçeyek ji vê berxwedanê bû. Dema li nava kolanên Kobanê dimeşiya, hîs dikir ku dîrok tê nivîsandin; her şerek, her şahidiyek bandor li ruhê wê yê berxwedanê dikir. Bêguman di vê rêyê de bi tenê nebû. Kek û bavê wê jî ji Helebê hatibûn, bûbûn parêzvanên Kobanê û ji bo vê xaka pîroz mil bi mil şer dikirin.
Jiyana wê ku bi ruhê berxwedanê yê Kobanê ava bû, di karên ciwanan ên Ronahî de her roj hîn mezin bû. Ber bi sala 2019'an re li Tebqa, Reqa û Dêrazorê weke berpirsyara ciwanan wezîfe kir û di perwerdekirina cicwanên Ereb de bi roleke girîng rabû. Ronahî li gel dilsoziya xwe ya bi çanda Kurdan, her wiha dixwest çandên gelên cuda jî nas bike. Ji ber vê yekê rêwîtiya Ronahî ya ber bi herêmên ji gelê Ereb, ew bi gaveke din nêzî armanca wê kir.
Yên ku Tebqa, Reqa û Dêrazor dîtine, zanin ku Ronahiyek (Arşîn Hisên) ji vê xakê derbas bûye. Gel timî qala biryardariya wê dike. Girîngî da avakirina pirekê di navbera gelên Kurd û Ereb de û pêşengî ji afirandina têkiliyên civakî re kir. Di vê demê de Ronahî tevlî nava jiyana ciwanan bû, ruhê şoreşgerî da her ciwanî û wate da jiyana wan.
Ev rêwîtiya wê ku sala 2012'an bi Tevgera Ciwanên Şoreşger destpê kir, rêwîtiyeke gelê bû ku li dora armancên azadî û edaleta civakî ava bû. Ji bo karibe potansiyela şeroşgerî ya ciwanan derxîne holê, bi rêxistin bûbû. Hesta wê ya piştevaniyê ew kir parçeyek ji têkoşîneke mezin. Şoreşgerên ciwan bi berpirsyarî û fedakariya li pêşberî meseleyên civakî li pêş bûn. Haya Ronahî ji vê hebû lê belê di demekê de ku êrîşên dagirkeriyê zêde bûn, bi israr xwest tevlî nava YPJ'ê bibe. Parastina nirxên çandî yên gelê xwecihî, wekheviya zayendî û xweseriya demokratîk hêmanên esasî yên têkoşîna YPJ'ê bûn. Ji xwe Ronahî jî YPJ kir navenda dilê xwe û rêya xwe bi vî rengî diyar kir.
Di sala 2021'ê de ji bo bibe şervaneke YPJ'ê ya bi tecrûbe û şareza tevlî nava perwerdeya sabotajê bû. Ev biryara wê bi daxwaza têkoşîna li dijî dijmin hate wergirtin. Ronahî ku ji aliyê hunera fikrê stratejîk û taktîkên afirîner ve bû mînak, ev serketina xwe li Tişrîn û Qereqozaxê gihand asta herî bilind. Herî dawî bû fermandarek li eniyên Tişrîn û Qereqozaxê. Şerê li van herdu eniyan ji bo guhertina dînamîkên hêzê yên li herêmê xwedî girîngiyeke krîtîk bû û Ronahî jî weke hevrêyên xwe yên din haya xwe ji vê hebû.
Rola ku weke fermandarekê bi cih dianî, ji aliyê bilindkirina moral û motîvasyona gel ve girîng bû. Di dema êrîşên artêşa Tirk de nehişt ku Tişrîn bikeve û bi rojan li eniyên pêş li gel hevrêyên xwe li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê şer kir. Bi şerkeriya xwe, bi ruhê xwe yê berxwedanê ew ji bo gelê xwe kir nîşaneyek. Fermandara destpêkê ya YPJ'ê bû ku derewên 'Tişrîn di destê me de ye' yên dewleta Tirk pûç kir. Di 13'ê Kanûna 2024'an roja Înê de li ber tanka dewleta Tirk a ku ji aliyê şervanan ve hate îmhakirin got, "Vaye em li Tişrînê ne û Tişrîn a gelên me ye" û bi vî rengî dewleta Tirk careke din pûç kiribû.
Bajarê Ronahî lê ji dayik bû û mezin bû di bin dagirkeriyê de bû. Şopa dagirkeriyê li ser rûyê her şahidekî bû û timî digot "Zarokatiya me dagir kirin". Yek ji armancên wê yên herî mezin ew bû ku Efrîn a azad bibîne. Ji bo careke din bûyerên li Efrînê qewimîn dubare nebe, serpêhatiya xwe ya ku li Efrînê da destpêkirin li Tişrînê gihand asta herî bilind. Jiyana wê nîşaneya têkoşîneke ji wêrekî, biryardarî, dilxwazî û fedakariyê bû ji bo gel û hevrêyên xwe. Bi xwedîderketina li ruhê berxwedanê û mîrateya çandê ya gelan re bû parçeyek ji têkoşîna azadiyê ya ciwanan. Lê belê bi vê yekê re nema; ji bo parastina nasnameya çandî û piştevaniya civakî mîrateyeke krîtîk li pey xwe hişt. Yek ji fermandarên YPJ'ê Ronahî Yekta di berxwedana dîrokî ya li Bendava Tişrînê de di 25'ê Kanûna 2024'an de tevlî karwanê şehîdan bû.