Hêzên operasyonê yên QSD'ê li Reqayê şaneya DAÎŞ'ê têk birin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) li Reqayê şaneyeke çeteyên DAÎŞ'ê têk birin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de agahî parve kirin. 

QSD’ê ragihand ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) li bajarê Reqayê operasyoneke bibandor li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê li dar xist.

QSD’ê daxuyand ku di operasyonê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û wiha domand: "Endamên şaneyê gelek êriş li dijî QSD, Hêzên Ewekariya Hundirîn û sivîlan kirin. Li saziyên giştî û taybet jî texrîbat dikirin. Tevlihevî û bêaramî derdixistin."

QSD’ê diyar kir: "Hêzên me tevî ku bi bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve mijûl in, lê dê têkoşîna li dijî endam û şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorî bidomînin. Em dê nehêlin DAIŞ xwe zindî bike û kiryarên terorî li herêmên me pêk bîne."