ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Rêveberiya Xweser li dijî êrîşên qirkirinê banga parastina rewa kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker xelkê herêmê û destkeftiyên wan biparêzin û bang li her kesî kir ku bi parastina rewa xwe biparêzin. -
Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê ji bo bîranîna 6 şehîdan meşiyan
Bi sedan ciwanên şoreşger û jinên ciwan ên Kantona Firatê, ji bo bîranîna 6 ciwanên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, meşek li dar xistin. -
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin
Şênî û pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin. -
Rûken Ehmed: Divê refên berxwedanê bên xurtkirin
Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed nerazîbûn nîşanî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê dan û got: “Divê em di berxwedanê de israr bikin û xwedî li azadî û xaka xwe derbikevin.” -
Dewleta Tirk vê carê bombe li kargeha nîskê barand
Dewleta Tirk ev bi rojan e êrîşî binesaziyên sivîl dike. Dewleta Tirk a ku sûcê şer dike, vê carê bombe li kargeha nîskê ya li Amûdê barand. -
PYD: Îradeya me ji balafirên dewleta Tirk xurttir e
PYD êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û diyar kir kû îradeya gel ji balafirên dewleta Tirk bi hêztir e. -
Êrîşî Nexweşxaneya Heyva Sor û gundan hate kirin: 2 birîndar
Dewleta Tirk li Kobanê êrîşî nexweşxane û gundan kir. Firina nan a li gundê Ûm Firsan hate bombebarankirin û di encamê de 2 kes birîndar bûn. -
Foza Yûsif ji bo seferberiyê bang kir: Em berxwedana topyekûn radigihînin
Endama Dîwana Hevserokatiyê ya PYD'ê li dijî dewleta Tirk a dagirker ji bo seferberiyê bang kir û got, "Em berxwedana topyekûn radigihînin." -
Partî û tevgerên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi yekdengî li ber êrişan rabûn
33 partî û tevgerên siyasî yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekev hevpar li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabûn. -
Di êrîşên dewleta Tirk de 6 kes şehîd bûn, 9 jî birîndar bûn -HATE NÛKIRIN
Dewleta Tirk bombe li saziyên xizmetê û kargehên li Qamişloyê barand. Di encamê de 6 kes qetil kir, 9 kes jî birîndar kir. Tê gotin, hejmara kuştî û birîndaran dibe ku zêde bibe. -
Dewleta Tirk bombe li depoyeke înşaetê û çapxaneyê barand: 3 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li Qamişloyê bombe li depoyeke înşaetê û çapxaneyê barand. Di êrîşan de 3 kes birîndar bûn. -
Dewleta Tirk Kobanê bombebaran kir: 2 birîndar
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî navenda bajarê Kobanê kir. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn. -
Li Eyn Îsayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin
Li Eyn Îsayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. -
Rêveberiya Xweser: Êrîşên dewleta Tirk bandor li ser hemû herêman dike
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker bandor li ser hemû gelên herêmê dike û beşek ji qirkirinê ye. -
Bombardûmana dewleta Tirk elektrîk qut kir
Ji ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li derdora Qamişloyê, li navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û gund û bajarokên Dêrikê elektrîk qut bûn. -
Şêniyên herêma Firatê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan
Bi sedan kes ji şêniyên Herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên şevê din daketin qadan û gotin, “Em ê bi hemû pêkhateyên xwe li hemberî zihniyeta şovenîst li ber xwe bidin.” -
Artêşa Tirk li Rojava tesîsên binesaziyê bomberdûman dike
Hat ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker tesîsên binesaziyê yên li derdora Tirbespiyê û Dêrikê bomberdûman kir. -
Li Qamişloyê çalakiya hunerî hat lidarxistin
Li Qamişloyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dilxweşiya zarokan konsera muzîkê û pêşengeha wêneyan a zarokan hat lidarxistin. -
Cebhet El Ekrad li Minbicê balafireke bêmirov xist xwarê
Hêzên Cebhet El Ekrad li gundewarên Minbicê balafireke bêmirov a çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistin xwarê. -
Xelkê Kobanê li dijî komkujiyên li Parîsê meşiya
Xelkê Herêma Firatê li dijî komkujiyên li Parîsê meşiya. -
‘Divê rastiya van komkujiyên li Parîsê eşkere bibe’
Li Qamişloyê bi daxuyaniyekî komkujiyên li Parîsê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Divê rastiya van komkujiyên li Parîsê eşkere bibe.” -
Bi însiyatîfeke gelêrî Kantona Efrîn û Şehbayê ji tarîtiyê derdikeve
Hevseroka Meclisa navçeya Til Rifat Reca El-Xetîb wiha got: “Însiyatîfa gel hişt ku dilê her kesî şa bike, insiyatîfa ku li Şehbayê pêk hat ji her kesî re îspat kir ku gelê Efrînê û gelê Şehba serî li ber polîtîkayan neda û îradeya wan nehat şikandin.” -
‘Tevî êrîşên dewleta Tirk jî perwedeya pirzimanî bênavber tê dayîn‘
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Gulîstan Îsmaîl anî ziman ku tevî êrîşên dewleta Tirk jî perwedeya pirzimanî tê dayîn û got: “Li herêma Cizîrê 200 hezar zarok di bin êrîşên dewleta Tirk de bi Kurdî, Erebî û Suryanî perwedeyê dibînin." -
Li Efrînê motorsîkleteke bombebarkirî teqiya
Li navenda bajarê Efrînê ya dagirkirî motorsîkleteke bombebarkirî teqiya. Di encama teqînê de ziyanên madî çêbûn. -
Li navçeya Holê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Li navçeya Holê di çarçoveya piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de çalakiya konvedanê dest pê kir.