ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dagirkeran êrîşî gundên Minbicê dikin
Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Kawiklî, Mefarîd, Seyade û Yalanlî yên bakurê rojavayê Minbicê bombebaran kirin. -
Di sala 2023’an de 289 çete hatin girtin
Li gorî bîlançoya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya 2023'an, di operasyonên li dijî çeteyan de bi giştî 94 şaneyên çeteyan hatin belavkirin û 289 çete hatin girtin. -
HRE’yê bîlançoya çalakiyên sala 2023’an eşkere kir
HRE’yê ragihand ku di sala 2023’an de 34 çalakî lidar xistin. Di encamê de 92 çete û dagirker hatin kuştin. -
Têkildarî êrîşên dewleta Tirk dosya ji zêdeyî 150 saziyan re hate şand
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker, dosya ji zêdeyî 150 saziyên navneteweyî re şand. -
Dewleta Tirk a dagirker malbatek revand
Li Efrîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, di roja yekem a salê de malbatek revand. -
QSD: Sala 2023’an 237 dagirker hatin kuştin
QSD’ê bîlançoya sala 2023’an eşkere kir. Li gorî bîlançoyê di 143 operasyonên hêzên QSD’ê de 52 leşkerên Tirk, 185 çete hatine kuştin û 173 şervanên QSD’ê jî şehîd bûn. -
SOHR: Sala 2023’an li Sûriyeyê herî kêm 4 hezar û 360 kes mirin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku sala 2023’an li Sûriyeyê herî kêm 4 hezar û 360 kes mirin ku nêzî hezar û 900 ji wan sivîl bûn. -
Li Qamişlo cenazeyê şehîd Ciwan Elî hate veşartin
Welatiyê bi navê Ciwan Elî ku di êrîşên dewleta Tirk a li ser Çapxaneya Sîmav de birîndar bû, 29’ê Kanûnê şehîd bû. Cenazeyê şehîd Ciwan li Qamişloyê hate veşartin û Aya Mihemed jî di êrîşa li gundê Um El Firsan de şehîd bûbû, hat bîranîn. -
Dewleta Tirk êrîşî Qamişlo kir: 2 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker a bombe li derdora daîreya avê ya bajarê Qamişloyê barand, di encamê de 2 kes birîndar bûn. -
Hêviya şêniyên Efrînê ya sala nû rizgarkirin û vegera Efrînê ye
Şêniyên Efrînê yên li Kampa Berxwedan a Şehbayê, bi wesîleya sersala zayînê ya 2024’an diyar kirin ku hêviya wan a herî mezin rizgarkirina Efrînê û salek din li warên xwe pîrozkirina vê rojê ye. -
Hezar û 25 parêzeran ji bo azadiya Abdullah Ocalan serî li Rêxistina Efûyê dan
Hezar û 25 parêzerên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û herêmên din ên Suriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan. -
Xelkê Firatê sersaxî ji malbata şehîd Şahîn re xwest
Di 28'ê Kanûnê de dewleta Tirk Şengal bombebaran kir û di encamê de 5 karker şehîd bûn, yek ji wan karkeran Şahîn Elî yê ji bajarê Kobanê ye. Xelkê Kantona Firatê sersaxî ji malbata şehîd re xwest. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şera û Eyn Îsayê topbaran dike
Hat ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker gundên navçeyên Şera û Eyn Îsayê topbaran dike -
Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî dewleta Tirk daketin qadan
Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan. -
Cenazeyê Kerîmyan ê hatî qetilkirin, ber bi Başûr ve hat şandin
Cenazeyê derhênerê sînemayê Mensûr Kerîmyan ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hatî qetilkirin, ji ber bi Başûr ve hat şandin. -
Li Minbic û Til Temirê çalakî: 14 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin
QSD’ê ragihand ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakî lidar xistin û di encama van çalakiyan de 14 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn. -
HRE’yê li Efrînê li dagirkeran xist: 6 dagirker hatin kuştin, 25 jî birîndar bûn
HRE’yê ragihand ku di 4 êrîşên cuda yên li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker de leşkerekî Tirk, 3 çete û 2 polîs hatin kuştin û 10 leşkerên Tirk, 9 çete û 6 polîs jî birîndar bûne. -
Dewleta Tirk êrîşa DAÎŞ’ê girt ser xwe
Êrîşa ku çeteyên DAÎŞ’ê meha Tebaxê li Tebqayê pêk anî û girtî ser xwe, dewleta Tirk girt ser xwe. Bi vî rengî têkîliya dewleta terorê û çeteyan car din hat dîtin. -
'Hêviya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye'
Xelkê Kantona Firatê di derbarê hêviyên xwe yê sala nû de, gotin ku hêviya wan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê ye. -
‘Divê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker em yekîtiya xwe xurt bikin’
Rûspî û şêxên eşîrên Reqayê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û got: “Divê gelên herêmê li dijî êrîşên nemerdane yên dagirkeriya Tirk yekitiya xwe xurt bikin.” -
Ciwan Elî ku di êrîşa li ser weşanxaneyê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
Ciwan Elî ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser weşanxaneya Sîmav a li Qamîşloyê de birîndar bibû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da -
Ciwanan li Şehbayê ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi tevlîbûna ciwanên Efrîn, Heleb û Şehbayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd meşek hat lidarxistin. -
2 çeteyên Heyet Tehrîr El Şam hatin kuştin
SOHR’ê ragihand ku bi dronên ku nayî zanîn ayîdê kê ne, êrîşî Idlib û Hemayê hate kirin û di êrîşê de çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî dewleta Tirk hatin kuştin. -
Dewleta Tirk malbata ku ji 8 kesan pêk dihat, revand
Artêşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hêkêçe yê navçeya Şiyê ya Efrînê, malbateke ku ji 8 kesan pêk dihat û 3 zarok di nav de bûn, revand. -
Keleha berxwedanê Şêxmexsûd
Gelê Şêxmeqsûd li gel şervanên xwe 8 mehan li wê taxa biçûk tekoşîneke bêhempa nîşan da.