Li Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin

QSD'ê ragihand ku li başûrê Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku 2 çeteyên DAÎŞ’ê li başûrê Hesekê hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Çeteyên DAÎŞ’ê vê sibehê hewl dan êrîşî nuqteyeke hêzên me ya li başûrê bajarê Hesekê bike, hêzên me bersiv da û di encamê de 2 çete hatin bêbandorkirin.

Çeteyên hewldan bikevin nuqteyeke leşkerî ya hêzên me, lê şervanên me tevgerên wan ên gumanbar şopandin. Çeteyan destpêkê gule li hêzên me barandan, lê şervanên me jî bersiv da wan, bi wê re 2 terorîst bi hev re hatin kuştin.”