DYE: Berpirsyarê payebilind ê Hurras El Din hate kuştin

Artêşa DYE’yê ragihand ku rayedarekî payebilind ê Hurras El Din ku baskê El Qaîde yê Sûriyeyê ye, hate kuştin.

Fermandariya Leşkerî ya li Rojhilata Navîn a DYE’yê Centcom li ser X’ê daxuyanî da û ragihand ku roja Şemiyê li bakurêrojavayê Sûriyeyê “rayedarekî payebilind ê ji fînans û lojîstika rêxistina terorê ya Hurras El Din a girêdayî El Qaîde, hatiye kuştin”.

Têkildarî nasnameya berpirsyarê hatî kuştin, agahî nehatin dayîn.

Di dawiya meha Çileyê de, artêşa DYE’yê ragihandibû ku ji heman koma çeteyan “ji rayedarên payebilind Muhammed Salah el-Za’bir’i” kuştine.

Piştî hilweşîna rejîma Esas koma cîhadîst a baskê El Qaîde yê Sûriyeyê Hurras el-Din di dawiya meha Çileyê de fesihkirina xwe ragihandibû. Kom di lîsteya “rêxistinên terorîst” a DYE’yê de cih digire.

Hurras el-Din li herêmên çiyayî yên li bakurêrojavayê Sûriyeyê bi cih bûbû.