ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk bombe li depoyeke înşaetê û çapxaneyê barand: 3 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li Qamişloyê bombe li depoyeke înşaetê û çapxaneyê barand. Di êrîşan de 3 kes birîndar bûn. -
Dewleta Tirk Kobanê bombebaran kir: 2 birîndar
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî navenda bajarê Kobanê kir. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn. -
Li Eyn Îsayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin
Li Eyn Îsayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. -
Rêveberiya Xweser: Êrîşên dewleta Tirk bandor li ser hemû herêman dike
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker bandor li ser hemû gelên herêmê dike û beşek ji qirkirinê ye. -
Bombardûmana dewleta Tirk elektrîk qut kir
Ji ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li derdora Qamişloyê, li navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û gund û bajarokên Dêrikê elektrîk qut bûn. -
Şêniyên herêma Firatê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan
Bi sedan kes ji şêniyên Herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên şevê din daketin qadan û gotin, “Em ê bi hemû pêkhateyên xwe li hemberî zihniyeta şovenîst li ber xwe bidin.” -
Artêşa Tirk li Rojava tesîsên binesaziyê bomberdûman dike
Hat ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker tesîsên binesaziyê yên li derdora Tirbespiyê û Dêrikê bomberdûman kir. -
Li Qamişloyê çalakiya hunerî hat lidarxistin
Li Qamişloyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dilxweşiya zarokan konsera muzîkê û pêşengeha wêneyan a zarokan hat lidarxistin. -
Cebhet El Ekrad li Minbicê balafireke bêmirov xist xwarê
Hêzên Cebhet El Ekrad li gundewarên Minbicê balafireke bêmirov a çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistin xwarê. -
Xelkê Kobanê li dijî komkujiyên li Parîsê meşiya
Xelkê Herêma Firatê li dijî komkujiyên li Parîsê meşiya. -
‘Divê rastiya van komkujiyên li Parîsê eşkere bibe’
Li Qamişloyê bi daxuyaniyekî komkujiyên li Parîsê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Divê rastiya van komkujiyên li Parîsê eşkere bibe.” -
Bi însiyatîfeke gelêrî Kantona Efrîn û Şehbayê ji tarîtiyê derdikeve
Hevseroka Meclisa navçeya Til Rifat Reca El-Xetîb wiha got: “Însiyatîfa gel hişt ku dilê her kesî şa bike, insiyatîfa ku li Şehbayê pêk hat ji her kesî re îspat kir ku gelê Efrînê û gelê Şehba serî li ber polîtîkayan neda û îradeya wan nehat şikandin.” -
‘Tevî êrîşên dewleta Tirk jî perwedeya pirzimanî bênavber tê dayîn‘
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Gulîstan Îsmaîl anî ziman ku tevî êrîşên dewleta Tirk jî perwedeya pirzimanî tê dayîn û got: “Li herêma Cizîrê 200 hezar zarok di bin êrîşên dewleta Tirk de bi Kurdî, Erebî û Suryanî perwedeyê dibînin." -
Li Efrînê motorsîkleteke bombebarkirî teqiya
Li navenda bajarê Efrînê ya dagirkirî motorsîkleteke bombebarkirî teqiya. Di encama teqînê de ziyanên madî çêbûn. -
Li navçeya Holê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Li navçeya Holê di çarçoveya piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de çalakiya konvedanê dest pê kir. -
QSD'ê 4 sîxurên berpirsê şehadetan girt
QSD'ê tora sîxurtiyê ya berpirsê şehîdbûna endama fermandariya Meclisa Leşkerî ya YPJ′ê Şervîn Serdar û hevrêyên wê girt. -
Kongra Star şehîdên Parîsê bi bîr anî
Kongra Star şehîdên komkujiya duyemîn a Parîsê bi bîr anî û got, "Êrîş û komkujî ji aliyetê dewleta Tirk ve bi piştgiriya NATO'yê hate kirin." -
Li ser rêya Hesekê êrîş li wesayitekê hate kirin
Li ser rêya Hesekê-Til Temirê êrîş li ser wesayitekê hate kirin. -
'Li hemberî ambargoyê êdî bêdeng nemînin, serî hildin'
Berdevkê Komîteya Tenduristiyê ya Kobanê Eledîn Kino Eto bal kişand ser rewşa xetere ya ji ber ambargoya li ser Şehbayê û bang li saziyên mafên mirovan kir ku li dijî vê ambargoyê êdî serî hildin. -
Li Hesekê û Qamişloyê 22 bazirganên tiryakê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li Hesekê û Qamişloyê mîqdareke mezin madeyên tiryakê û 22 bazirganên tiryakê hatine girtin. -
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Tebqa û Hesekê bi dawî bûn
Çalakiyên li Tebqa û Hesekê ya ji bo piştgiriya berxwedana zindanan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi dawî bûn. -
173 malbatên Iraqî ji Kampa Holê derketin
173 malbatên Iraqî di encama hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta Iraqê de ji Kampa Holê derketin. -
Li Şehbayê çalakiya greva birçîbûnê destpê kir
Li Şehbayê ji bo piştgiriya bi girtiyên ku li girtîgehên dewleta Tirk dest bi greva birçîbûnê kirine, çalakiya greva birçîbûnê destpê kir. -
‘Divê her kes xwedî li berxwedana gerîla derbikeve’
Endamên Meclîsa Malbatên şehîdan a Herêma Firatê diyar kirin ku dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla têk çûye û gotin ku divê her kes xwedî li berxwedana gerîla derbikeve. -
Di teqîna mayînê de 7 leşkerên Şamê mirin
Hat ragihandin ku li çola Badîa ya Sûriyeyê di dema derbasbûna otobuseke ayîdê hêzên Şamê de, mayînek teqiya û 7 leşkerên Şamê mirin.