Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Rêzan Silêman li ediyeyê dema hewl dida tevlîheviyê asteng bike di encama qezayê de şehîd bû.
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Rêzan Silêman li ediyeyê dema hewl dida tevlîheviyê asteng bike di encama qezayê de şehîd bû.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta endamê xwe yê bi navê Rêzan Silêman ragihand. Fermandariyê da zanîn ku şehîd Rêan Silêman dema hewl daye ewlhiyê dabîn bike, di encama gulebarana bi şaşî de şehîd bûye.
Di berfirehiya daxuyaniya fermandariyê de wiha hate gotin:
“Roja 18.02.2025’an endamekî xwe yê ku li bajarê Tirbespiyê erka xwe ya neteweyî bi cih dianî, şehîd bû.
Şehîd Rêzan dema ku bi endamên dewriyeyê re hewl dida rewşê kontrol bike û di hundirê dadgehê de her kesî ji êrişê biparêze, di encama gulebarana bi şaşî de şehîd bû. Bûyer piştî bidawîhatina rûniştina dadgehkirina tometbarekî ku di Mijdara sala 2024’an de zarokek kuştibû, rû da û di wê kêliyê de yek ji xizmên zarokê kuştî, gule li bersûc reşandin. Dema ku hewl dida rewşê kontrol bikin û asayîşa dadgehê dabîn bikin, şehîd Rêzan bi şaşî hat gulebarankirin û ji ber wê jî şehîd bû.
Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbat û xizmên şehîd re dixwazin û tekez dikin ku fedakariya şehîdên me dê bibe ronahiyek ku rêya têkoşîna me ya azadî û rûmetê bi rê ve dibe. Her wiha em soz didin ku bi awayekî hiqûqî û dadmendî berpirsyariya sûcdar bipirsin.”
NASNAMEYA ŞEHÎD
Nav û Paşnav: Rêzan Silêman
Navê Dayikê: Hediya
Navê Bav: Bahcet
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Elî Badran, 1988
Cih û Dîroka Endamtiyê: 1 Çile 2014
Cih û Dîroka Şehadetê: Tirbespiyê, 18 Sibat 2025