Dewleta Tirk a dagirker ji 8’ê Kanûna 2024’an û vir ve hem ji bejahî hem jî hewayî bê navber êrîşî bendava Tişrînê dike. Li hemberî dijwariya êrîşên dagirkeriyê bîr û baweriya şervanan bê rawestan didome.
Şervana YPJ’ê Bêrîtan Rustem çeperên bendava Tişrînê weke keleha berxwedanê pênase dike û wiha biryardariya xwe ye tekoşînê bi lêv dike: "Ev nêzî du meh in em di çeperan de ne. Em li ber xwe didin û em ê vê berxwedanê bidomînin. Ruxmî êrîşên dijwar li ser me tên kirin jî, em ti carî serî ji dijmin re natewînin. Têkoşîna me xwe dispêrê bîrdoziya azadiya gelan. Ev yek hêz û baweriye dide me. Bi taybetî em vê hêze ji Rêbertî û hevrêyên xwe yên şehîd digrin. Bîr û baweriya me ji ber vê sedemê jî her ku diçe xurttir dibe. Serketin armanca me ya sereke ye."
GELÊ ME XWEDÎ BIRYARDARIYA AZADIYÊ YE
Şervana YPJ’ê Bêrîtan Rustem di derbarê biryardariya gelê ku li bendava Tişrînê ji bo piştevaniya şervan û parastina bendavê çalakiya nobetê lidar dixin jî wiha got: “Hebûna gelê me hêzeke mezin dide me. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li seranserê herêmê û bi taybet jî li bendava Tişrînê sekna şerê gel ê şoreşgerî şênber kir. Ruxmî hemû êrîşên dijwar ên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê jî biryardarî, coş û moralê gelê me, hêz dide me. Her wiha gelê me li bendava Tişrînê bi vîna xwe ya ji pola biryardariya azadiyê dide nîşandan. Em wek şervanên vî gelî li kêleka gelê xwe ne. Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê ji bo bidestxistina azadiya gelê xwe li beramberî hêzên dagirker li ber xwe bidin, têbikoşin û şer bikin. Em ê layiqî baweriya gelê xwe, Rêbertiya xwe û vîna şerê gel şoreşgerî bin. Em ê ti carî ji dijmin re serî netewînin."