ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YRA’yê ji bo rojnamevan Mirad Mîrza peyama sersaxiyê weşand
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), ji bo nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê de şehîd bibû sersaxî xwest. -
TCŞ a Sûriyeyê kongreya xwe ya 4’emîn lidar dixe
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dirûşmeya ‘Bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin’ kongreya xwe ya 4’emîn lidar dixe. -
Li Tirbespiyê dewleta Tirk a dagirker hat protestokirin
Li Tirbespiyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta Barzaniyan bi meşeke hat protestokirin. -
QSD: 10 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
QSD’ê ragihand ku Tîmên Operasyona Leşkerî li Dêrezorê 10 çeteyên DAÎŞ’ê girtine. -
Li Hesekê teqîn çêbû: 3 kes birîndar bûn
Li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê li noqteyeke di bin kontrola Hikûmeta Şamê de teqîn çêbû û 3 kes birîndar bûn. -
Li Dirbêsiyê dagirkerî hat şermezarkirin
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, li Rojava û Hewlêrê çalakî hatin lidar xistin. -
'Felsefeya Rêbertî ji bo aştiyê ye'
Berdevka Komîteya Rêbertî ya Helebê Emnê Xidro got, "Projeya neteweya demokratîk a xwe dispêre felsefeya Rêbertî, berê civakê dide aştiyeke li ser bingeha yekîtiya gelan." -
Li Kantona Cizîrê gel li dijî tecrîda Îmraliyê meşiya
Li Kantona Cizîrê gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya. -
Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan: Kilîda çareseriyê li Îmraliyê ye
Li navçeya Şêran a Kobanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo çareseriyê işaret bi Îmraliyê hate kirin. -
‘Divê em hê bêhtir xwedî li pêngava azadiyê derkevin’
Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nuha Omer got, “Divê em bi vê pêngavê re xwe bigihînin her kesî û hê bêhtir xwedî li vê pêngavê derkevin.” -
Li Til Temirê SÎHA ket xwarê
Li gundekî Til Temirê yê girêdayî Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, SÎHA’yeke ayîdê dewleta Tirk a dagirker kete xwarê. -
Dewleta Tirk li Efrînê kesek revand, 300 dar şewitandin
Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabada ya Efrînê kesekî 40 salî revandiye û li Racoyê jî 300 dar şewitandine. -
Ji jinên Kurd û Ereb komxebata li ser azadiya Abdullah Ocalan
Jinên Ereb û Kurd ên li Kantona Firatê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatek lidar xistin. -
Şervanê QSD'ê El Casim hate veşartin
Di merasîma cenaze de ya li Kantona Tebqayê, ji bo bîranîna şervanê QSD'ê Ehmed Hemed El Casim bi sedan kes li hev kom bûn. -
Sîwan Îsa şehîd bû
Komîteya Jinê ya Cizîrê ragihand ku Sîwan Îsa şehîd bûye. -
Malbata Şehîd Ararat: Ew şehîd bû lê belê wê bi hezaran dewsa wê dagirin -NÛ BÛ
Endamên ji malbata Şehîd Ararat destnîşan kirin ku wê bi hezaran kes dewsa Şehîd Ararat bigirin û rêya azadiyê bişopînin. -
Îlham Ehmed: Em dixwazin rejîm gavên nû biavêje
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku ew dixwazin rejîma Şamê gavên nû biavêje û ber bi guhertinê ve biçe. -
MÎT’ê 6 kes revandin
Li Efrîna dagirkirî, 6 kes ji aliyê îstixbarata Tirk ve hatin revandin. -
‘Em li dijî dagirkerî û xiyanetê têbikoşin’
Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrîşên xwe yên li ser çiyayên Kurdistanê û xaka Sûriyeyê zêde dike.” Bang hate kirin ku li dijî dagirkerî û xiyanetê têkoşîn bê meşandin. -
Xweparastinê bi rêxistinbûna jinê re xurt kirin
Romedîna Beşîr a ku ji 14 saliya xwe û vir ve di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cih digire, da zanîn ku bi saya rêxistinbûna jinan a ku bi Şoreşa Rojava re xurt bûye, wan xweparastin pêş xistine. -
Hin cerdevanên ku nexwestin biçin Efrînê, îstîfa kirin
Li bajarê Kurdan Efrînê ya ku ji sala 2018’an ve dagirkirî ye, protestoyên li dijî dewleta Tirk dewam dikin. Hin cerdevanên ku nexwestin biçin Efrînê, îstîfa kirin. -
'Ji bo hemû bawerî û olan hevgirtin, çareseriyê tîne'
Pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kirin ku ew li ser esasê ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bûne û destnîşan kirin ku çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn teqez wê bi felsefeya Ocalan pêk were. -
Cenazeyê Şehîd Xelef Diyab hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Xelef Diyab li Şedadê hat veşartin -
33 partî û rêxistinên siyasî: Têkiliya Şam-Enqereyê wê krîzê hîn giran bike
33 partî û rêxistinên siyasî nerazîbûn nîşanî hewldanên jinûve danîna têkiliyan a navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê dan û diyar kir ku hewldaneke bi vî rengî wê Sûriyeyê hîn nebaş bike. -
'Ji bo bilindkirina asta zimanê xwe em ê têbikoşin'
Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê diyar kirin ku ew ê asta zimanê xwe bilind bikin û xwedî li zimanê xwe derkevin.