QSD: Dagirkeran êrîş bir ser Tişrîn, Qereqozax û Dêr Hafirê
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku roja 20’ê Sibatê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşên xwe yên li ser Bendava Tişrîn, Qereqozax û Dêr Hafirê domandine.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku roja 20’ê Sibatê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşên xwe yên li ser Bendava Tişrîn, Qereqozax û Dêr Hafirê domandine.
QSD’ê derbarê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên bersivdayînê yên şervanan de ev agahî parve kirin:
"Duh (Pêncşem) dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kirin; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ji saetên serê sibehê ve êrîşên dijwar li derdora Bendava Tişrîn dan destpêkirin. Hemwextî wê jî herêm bi obîsan topbaran kirin. Topbaranê heya saetên sibeha îro (Înê) dewam kir. Di encamê de zirarên madî yên mezin, bi taybet li cihê karkeran ên girêdayî bendavê bûn.
Hêzên me bersiva êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarên li bakurê bendavê dan. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.
Di saetên nîvro de jî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora bajarokê Şiyûx ê rojavayê Kobanê bombebaran kir û saet di 17.00’an de jî gundê Ehmed Munîr ê girêdayî bajarokê kir hedef. Guleyeke moşekan a balafirên dewleta Tirk a dagirker li zeviyên çandiniyê kir û zerarên madî çêbûn. Hemwextî bombebebaranê, gund bi obîsan hat topbarankirin û zerarên madî gihîştin mal û milkên şêniyan. Balafirên bêmirov jî di tevahiya rojê de li ser herêmê digeriya.
Her wiha balafirên şer ên dewlet Tirk a dagirker 4 caran gundê Xeseq ê nêzî Pira Qereqozaxê bombebaran kir. Di encamê de zirarên madî yên mezin çêbûn. Gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Sina û girên Sêvê û Qereqozaxê bi zêdetirî 30 guleyên obîsên giran, tank, roket û hawanan hatin hedefkirin. Di encamê de zerarên madî yên mezin li mal û milkên sivîlan bûn.
Eniya Dêr Hafir; çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan êrîşî nuqteyên hêzên me bikin, lê şervanên me êrîş têk birin û çalakiyek li dijî kombûnên wan li dar xist. Di encamê de hin çete birîndar bûn, lê hejmara wan nehat zanîn.
Eniya Eyn Îsayê; balafirên bêmirov di tevahiya rojê de li ser herêmê geriyan."