Koma nobedarên Tişrînê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin
Koma ku ev 5 roj bûn li Bendava Tişrînê li ber xwe dida, vegeriya bajarê Qamişloyê û li wir bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.
Koma ku ev 5 roj bûn li Bendava Tişrînê li ber xwe dida, vegeriya bajarê Qamişloyê û li wir bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileyê ve ye bi armanca piştgirîdayîna berxwedana Bendava Tişrînê bi komî nobetê digire. Çalakiya li bendavê kete roja xwe ya 43’yemîn û duh koma ji welatiyên Qamoşlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemisê pêk tê, nobet dewr girt.
Koma ku ji welatiyên Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik û Til Koçerê pêk dihat jî ku ji 14’ê Sibatê ve ye di nobetê de bû, îro vegeriya.
Gelê Qamişloyê koma ku îro vegeriya bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana QSD’ê" û "Silav li QSD û YPJ’ê" bi govend û tîlîliyan pêşwazî kir.