ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Nûnerên Rêveberiya Xweser cihê xwe di çeperên şer de girtin
Rêveberiya Xweser a Demokratîk tevlî seferberiya giştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, bû. -
Li Qamişloyê jin li dijî komployê daketin qadan
Jinên Kantona Cizîrê li dijî komploya 15'ê Sibatê derketin qadan û diyar kirin ku ew ê bi berxwedana jinan deriyê Îmraliyê bişkînin. -
Li Şamê wê di 1'ê Adarê de hikumeta nû ava bibe
Rêveberiya demkî ya bi serkêşiya HTŞ'ê li Şamê ava bû, eşkere kir ku wê di 1'ê Adarê de hikumeta nû ava bibe. -
Ji QSD’ê bîlançoya 24 saetan
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên li dijî van êrîşan hatine kirin, eşkere kir. -
'Rêber Ocalan nûnerê çareseriya siyasî ya Rojhilata Navîn e'
Endama koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên anî ziman ku Rêber Apo sembola çareseriya siyasî ya li Rojhilata Navîn e û diyar kir ku ev yek bû sedem ku deriyên Îmralî ji bo diyalogê vebe. -
Berxwedêrên Tişrînê: Em ê Bendava xwe biparêzin
Welatiyên ku vê kêliyê li Bendava Tişrîn li berxwe didin, diyar kirin ku ew ê heya dawî bendava xwe biparêzin û çeteyên hov ji welatê xwe derxînin. -
Ji bo gaziyên şer têkildarî komploya 15’ê Sibatê semîner
Ji aliyê Federasyona Gaziyan ve bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji bo gaziyên şer ên herêma Şedadê semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de şehîdên meha Sibatê jî hatin bîranîn. -
Roja Reş wê veguhere roja azadiya gelan
Rêber Apo ji bo komploya navneteweyî dibêje, "Ez dibînim ku komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibatê 1999’an de pêk hat û min anîn Tirkiyeyê, yek ji wan bûyerên herî girîng ên kevneşopiya komploger a desthilata serdest de ye." -
‘Em ê heya dawî girêdayî Rêberê xwe bin’
Faris Mûrad da zanîn ku ew ê heya dawî dilsozê Rêber Apo bin û wiha got: “Rastî jî Rêber Apo hêzek mezin ji me re afirand, Rêber Apo em ji qalibekî derxistin û em birin ronahiyê.” -
Aynûr Paşa: Tecrîda ku 26 sal in dewam dike, binpêkirina mafên bingehîn e
Parêzer Aynûr Paşa anî ziman ku tecrîda giran a 26 salan a li ser Rêber Apo binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn e û destnîşan kir ku ev kiryarên li dijî pîvanên hiqûqa navneteweyî li pêşiya mafên bingehîn asteng e. -
Gelê Cizîrê berxwedana Tişrînê dewr girt
Bi dehan şêniyên bajarên Kantona Cizîrê ku ji bo parastina Bendava Tişrînê bi rê ketibûn, gihîştin bendavê û nobetê ji gelê Kobanê dewr girtin. -
Ji bo şehîdan merasîm hate lidarxistin
Cenazeyê 4 şehîdên berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê hatin veşartin, 2 şehîd hatin bibîranîn. -
Şervanê QSD'ê hate veşartin
Şervanê QSD'ê Lawend Girkê Legê li Şehîdgeha Şehîd Xebat bi merasîmekê hate veşartin. -
Balafirên şer bombeyan li gundekî Kobanê dibarînin
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombeyan li gundekî bajarê Kobanê dibarînin. -
Konvoyeke nû ya gel ber bi Tişrînê bi rê ket
Li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê ku ji 8'ê Kanûna 2024'an û vir ve dewam dike, nobeda berxwedana gel di roja 34'an de ye. -
QSD'ê bîlançoya şer a 24 saetan eşkere kir
QSD'ê ragihand ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê ji hewayî û bejahî dewam dikin û şervanên wan jî bersivê didin êrîşan. -
QSD'ê nasnameya şehîdan eşkere kir
QSD'ê nasnameya şervanên xwe yên ku di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê de şehîd bûn, eşkere kir. -
‘Sorxwîn û Azadî dilsozên hevalên xwe bûn’
Gaziya şer Zarîn Kobanê diyar kir ku şehîd Sorxwîn û şehîd Azadî ji hevalên gazî pir hez dikirin û got, “Em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Soza serketina welatekî azad a me daye şehîdan teqez em ê bînin cih.” -
‘Em ê îsal dawî li komployê bînin û Rêber Apo car din bibînin’
Mûrşîde Resûl a ku 1992'an Rêber Apo dîtiye, got, “Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin û car din wî bibînin.” -
Parêzer Cibraîl Mustafa: Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe
Parêzer Cibraîl Mustafa, diyar kir ku siyaseta tinekirina gelê Kurd a dewleta Tirk têk çûye û got, divê tecrîd rabe û Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad be. -
Şîlan Kobanê: Ew ê timî ji bo me pêşengên azadiyê bin
Endama Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê da xuyakirin ku weke gaziyên jin şehîd Sorxwîn û Azadî wê timî ji bo wan pêşengên azadiyê bin û got, “Em ê heya dawiyê têkoşîna wan bidomînin. Em ê ala Sorxwîn û Azadî timî bilind bikin.” -
‘Hevrê Sorxwîn û Azadî rêya me rohnî dikin’
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Sorxwîn û Azadî bibîr anî û got, “Bicihanîna hêvî û armancên wan wezîfeya me ya herî esasî ye. Em ê tola wan rakin, welatekî azad ê tevahî gel û bawerî di nav de bi xwişk û biratî bijîn ava bikin." -
Mûnzûr: Em 15'ê Sibatê bikin roja azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
Ferzende Mûnzûr ragihand ku di sala 27'an a komployê de divê azadiya Rêber Apo bê pêkanîn û got, "Çawa ku 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd weke rojeke reş hate ragihandin, 15'ê Sibata 2025'an jî divê veguhere roja ronahiyê ya gelan." -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Zana Qamişlo hat veşartin
Şêniyên Qamişlo cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Zana Qamişlo bu bi tilîliyan veşartin û ji bo şehîd Reşo Qamişlo jî merasîma xiyabî li dar xistin. -
Li Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin û 5 çete hatin girtin
Hêzên Komandos ên girêdayî QSD’ê di operasyona li bejahiya Mergeda ya başûrê Hesekê de 2 çeteyên DAIŞ’ê kuştin û 5 çete jî dîl girtin.