Cenazeyê Şehîd Rêzan Silêman li Qamişloyê hate veşartin
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Rêzan Behcet Silêman ku di encama qezayekî de şehîd bû, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin.
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Rêzan Behcet Silêman ku di encama qezayekî de şehîd bû, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin.
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rêzan Behcet Silêman ku 18’ê Sibatê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişloyê hat veşartin.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Ebdurehîm sersaxî ji malbata şehîd Rêzan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Ebdurehman diyar kir ku şehîd Rêzan da ser şopa apê xwe şehîd Kamîran ku endamekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî berxwedêr e. Vî gelî îsbat kir ku ne aşiqê mirinê ye, lê belê aşiqê aştiyê ye. Tu kes nikare doza vî gelê tune bike, divê ev doz bi awayekî aştiyane û siyasî were çareserkirin.”
Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêrewan Mihemed soza şopandina xeta şehîdan da û diyar kir ku destkeftiyên Rêveberiya Xweser bi dest xistine berhema keda şehîdan e.
Şêrewan Mihemed li ser taybetmendiyên şehîd Rêzan jî axivî û wiha got: "Şehîd Rêzan di Saziya Hêzên Ewlekariya Hundirîn tê naskirin, ji bo parastina gelê xwe 24 saetan di germ û sermayê de kar dikir. Jiyana xwe ji bo parastina gelê xwe kir feda.”
Bavê şehîd Rêzan, Behcet Silêman jî anî ziman ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û got şehîd Rêzan ne tenê şehîdê malbatê ye, lê şehîdê gel e.
Piştî axaftinan endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs wesîqeya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.
Hevalên şehîd cenazeyê wî bi dirûşman veşart.