Berxwedana Gel a li Bendava Tişrînê di roja 43'an de ye

Berxwedana gel a li Bendava Tirşînê li gel serma û seqemê jî 43 roj in li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dike.

Karwanê gel ê ji şêniyên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê çalakiya nobedê dewr wergirt. Berxwedan di roja 43'an de bi biryardarî dewam dike.

Dewleta Tirk li gel çeteyên xwe ji 8'ê Kanûna 2024'an û vir ve ji hewayî û bejahî ve êrîşî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê dike.

Êrîşên dagirkeran li berxwedaneke xurt a şervanên YPJ û QSD'ê rast tên. Gel jî li gel êrişan ji berxwedanê paşve gavê neavêje.

Berxwedana gel di 8'ê Çileyê de destpê kiribû. Ji hingî ve 3 jê rojnamevan bi dehan sivîl hatin qetilkirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.