QSD: Di nava 24 saetan de 3 çete hatin kuştin, wesayitek hate îmhakirin
QSD'ê ragihand ku di nava 24 saetan de 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û wesayiteke leşkerî hate îmhakirin.
QSD'ê ragihand ku di nava 24 saetan de 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û wesayiteke leşkerî hate îmhakirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi vî rengî ye:
"Hêzên me duh li eniya Dêr Hafirê çalakiyeke bibandor li dijî nuqteya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû û erebeyeke leşkerî hat rûxandin. Hêzên me çalakiyeke din li dijî nuqteya çeteyan a li gundê Îmamê li dar xist. Di encama vê çalakiyê de çeteyek birîndar bû.
Eniya Tişrînê; Yekîneyên Şehîd Harûn li kombûneke çeteyan a li derdora Girê Syriatel xist. Li gundê Hec Hisên jî li kombûneke din a çeteyan xist. Di her du çalakiyan de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zelalkirin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dirêjahiya şeva Şemiyê/Yekşemê derdora bendavê bi obîsên giran topbaran kir. Her wiha balafirên şer ên dagirkeran niştecihên karkeran ên nêzî bendavê bombebaran kirin. Di encamê de zirarên madî çêbûn.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora bajarokê Şiyûx ê rojavayê Kobanê bombebaran kir, bi obîsên giran jî gundên derdorê topbaran kirin. Di encamê de zirarên madî li mal û milkên şêniyan bûn. Her wiha balafirên bêmirov li asîmanê herêmê digeriyan.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora bajarokê Eyn Îsa û gundewarên wê bi çekên giran topbaran kir û sivîlek birîndar kir. Di tevahiya rojê de jî tevgera balafirên şer li ser herêmê hebû.
Şervanên me li gundewarên bakurê Til Temirê jî çalakiyek li dijî kombûneke çeteyan li dar xist. Di encamê de çeteyek hat kuştin."