Ji bo tevlî berxwedana li Tişrînê bibin bi rê ket
Ji 4 bajarên kantona Cizîrê girseya gel ber bi Bendava Tişrînê bi rê ket, ku tevlî nobeda berxwedanê bibe.
Ji 4 bajarên kantona Cizîrê girseya gel ber bi Bendava Tişrînê bi rê ket, ku tevlî nobeda berxwedanê bibe.
Ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê girseya gel îro serê sibehê ber bi Bendava Tişrînê bi rê ket ku tevlî nobeda berxwedanê bibe.
Di nava karwanê berxwedanê de ji ciwanan heta bi extiyaran, ji hunermendan heta bi rewşenbîran gelek kes hene.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8'ê Çileyê û vir ve li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) ji bo parastina Bendava Tişrînê li ber xwe didin.