Gaziyên şer serdana şîna şehîd Egîd Roj kirin
Gaziyên şer ên çûn serdana şîna şehîd Egîd Roj, diyar kirin ku wê timî di rêya şehîdan de bimeşin û tola şehîdan teqez rakin.
Gaziyên şer ên çûn serdana şîna şehîd Egîd Roj, diyar kirin ku wê timî di rêya şehîdan de bimeşin û tola şehîdan teqez rakin.
Bi dehan gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çûn serdana şîna şehîd Egîd Roj (Şervan Sîdo) ê 15 Sibatê di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Gaziyan di şexsê malbatê de ji tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re sersaxî xwestin.
Malbata şehîd Egîd Roj, di konê sersaxiyê yê li Hesekê hatî vedan de, bi germî gaziyên şer pêşwazî kirin.
Di konê sersaxiyê de li ser navê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî axivî. Laleş di destpêka axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anî, di şexsê malbatê de sersaxî ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest û îşaret bi têkoşîna Egîd Roj a ji bo azadiya gelan û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Laleş Êzidî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku weke gaziyên şer wê timî li ser şopa şehîdan bimeşin û wiha axivî, “Wê dagirker ti carî negihîjin armanca xwe û wê serketin a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be. Berxwedan û têkoşîna gelan a li ser fikir û bîrdoziya Rêber Apo û şehîdan wê xewn û xeyalên dewleta Tirk a Osmaniya nû têk bibin.”