‘Em ê li qada Serêkaniyê govenda azadiyê bigerînin’

Jinên ji Rojava yên ku piştî dewleta Tirk a dagirker ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de dest pê kiribû, ew jî neçar mabûn dev ji axa xwe berdin, gotin “Ji bo ku em vegerin bajarên xwe em ê têkoşîna xwe geş bikin. “

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wan ji Serêkaniyê û gundên wê 300 hezar kesên sivîl neçar mabûn dev ji warên xwe berdin. Vê koçberiyê herî zêde bandor li ser jinan û zarokan kiribû.

Bi wesîleya salvegera duyemîn a êrişan jinên ji Serêkaniyê û Ebû Raseynê ji ANF’ê re axivîn û gotin “Her tişt hate serê me. Tiştekî me nema. Jiyana li kampan dijwar be jî em bi serbilindî dijîn. Parêzvanên axa me ji bo azadiya axa me wê her tiştî bikin.”

Stêra Reşik a ku rêvebera Kampa Koçberan a Waşokanî ye got “Em dikevin salvegera duyemîn a êrişên ku dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de li hemberî Serêkaniyê û Girê Spî dabû destpêkirin. Bi darê zorê gelê Serêkaniyê ji axa xwe hatin koçberkirin. Ew roj ji bo gelê Kurd û gelên Rojava rojeke tarî bû. Dewleta Tirk a dagirker ji xeynî balefir, tank û topan her cure çekên giran bi kar anî. Çekên kîmyewî jî tê de bi her cure çekan bajar hatin bomberdûmankirin. Ji ber van bomberdûmanan gel neçar ma, koçber bike. Em ji bo ku xwe û zarokên xwe ji êrişan biparêzin ji bajêr derketin. Em gelê Serêkaniyê dikarin di her şertên dijwar de bijîn.Em ê rahêlin çekê xwe, tevî QSD, YPG û YPJ’ê em ê vegerin bajarên xwe û têkoşîa xwe ya ji bo jiyana bi rûmet geş bikin. Em ê li qadên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê govenda azadiyê bigerînin.”

‘TIŞTÊN GELEKÎ DIJWAR HATIN SERÊ ME’

Leyla Ehmed Nebî ya ji Serêkaniyê ye got “Balefiran her der bomberdûman kirin. Me rahiştin zarokên xwe û em derketin. Me nekarî em rahêlin tiştekî din. Her tiştê me li wir ma. Me bi zorê canê xwe rizgar kir. Wesayîta xezûranê min hebû. Em bi wesayîtê derketin. Kesên hejar neçar man bimeşin. Hin kal û pîr diketin erdê. Tiştên gelekî dijwar hatin serê me, mirov nikare qal bike. Hevjînê me nexweşê diyalîzê ye. Dema êrişan dest pê kir nexweş ket. Me ew bi zor derxist û piştre bir nexweşxaneyê. Niha jî nivîna wî li erdê ye.

Li mala xwe em di nav aramiyê de bûn. Di van konan de em havînan jî û zivistanan jî dijwariyê dijîn. Ev çi hal e? Em jiyana xwe ya berê dixwazin. Em bi tenê dixwazin vegerin ser axa xwe. Xwedê ji Erdogan û dagirkerên din re nehêle.”

‘EZ DIXWAZIM VEGERIM SER AXA XWE Û NANÊ TISÎ BIXWIM’

Sûad Ehmed Mehmûd jî koçbereke ji Serêkaniyê ye. Sûad Ehmed jî dibêje “Beriya 9’ê Cotmehê jî gefên dagirkeriyê hebû. Ji ber wê em çûbûn gundê xwe û li wir mabûn. Piştre em vegeriyan. Di 9’ê Cotmehê de saet dora 4’an bû. êrişan dest pê kir. Me nekarî em rahêlin tiştekî we. Alavên zarokên min li hewşê bûn. Me her tişt hişt û çûn gund. Li gund jî balefiran li me da. Êdî em neçar man derkevin. Mala me ya li bajêr jî ya li gund jî çû. Em vegerin ser axa xwe, ez dikarim nanê tisî jî bixwim.”

‘KESÊN LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE DIDIN WÊ BAJARÊ ME AZAD BIKIN’

Fatma Mûhammed Ahmed a ji Ebû Raseyî ji ber êrişan neçar dimîne tevî malbata xwe koçber bike û li kampa Waşokanî bi cih dibin. Fatma ya ku Ereb e dibêje “Ji ber ku ez jin bûm, ez gelek tengijîm. Dayikek dema ku dixwaze zarokên xwe ji êrişan biparêze, wê bitengije. Li her derê bombe dibariyan. Ez ji bo zarokên xwe derketim. Niha li kampê dijim. Rewşa me normal e, em bi serbilindî dijîn. Ez bawer im em ê rojekê vegerin. Kesên li hemberî êrişên dagirker bajarên me diparêzin wê bajarên me rizgar jî bikin.”