Li Serêkaniyê û Kampa Girê Spî meş hate kirin
Li Serêkaniyê û Kampa Girê Spî komploya navneteweyî û êrişên dagirker hatin protestokirin.
Li Serêkaniyê û Kampa Girê Spî komploya navneteweyî û êrişên dagirker hatin protestokirin.
Bi armanca şermezarkirina dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bi sedan niştecihên kampên Waşûkanî û Serêkaniyê li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê bajarê Hesekê xwepêşandanek li dar xist.
Koçber li Kampa Waşûkanî kom bûn û ji deriyê têketina kampê dest bi xwepêşandanê kir. Xwepêşandan li pêşiya Meclisa Kampa Waşûkanî veguherî mîtîngê.
Li pêşiya Meclisa Kampa Weşûkanî endama meclisê Xezel Berkel û endama Kongreya Star a kamê Cîhan Mihemed daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Du sal di ser dagirkirina Serêkaniyê bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê re derbas bûn. Dagirkerî sûcên li dijî şêniyên resen ên li bajêr mane, hîna didomîne.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya bicihkirina malbatên çeteyên biyanî li şûna şêniyên resen, demografiya herêmê diguherînin û hate gotin ku şêniyên Serêkaniyê bendewarê vegereke ewle ne, lê bi şertê ku dagirkerî ji warên wan derkeve.
Her wiha di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku şêniyên resen ên ku li bajarê dagirkirî mane, di şert û mercên dijwar de dimînin. Ji ber ku dagirkerî û çeteyên wê rojane siyaseteke hovane û sûcan li dijî wan pêk tînin.
Di dawiyê de koçberan bang li aliyên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku ji Serêkaniyê derkeve û şênî vegerin warên xwe.
GIRÊ SPÎ
Daxuyani li qada kampê ji aliyê koçberê bi navê Salih El-Hecî ve hat xwendin û dagirkirina Girê Spî û gundên wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat şermezarkirin. Her wiha hat diyarkirin ku koçber di du salên borî de gelek di şert û mercên dijwar de jiyana xwe domandine.
Di dawiya daxuyaniyê de, bang li civaka navnetewyî hat kirin ku destwerdanê bike, dagirkeran ji warê wan derxîne û vegereke bi ewle ji wan re misoger bike.
Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta Tirk a dagirker bajarê Girê Spî dagir kir, di encamê de zêdetirî 100 hezar kes ji bajêr koçber bûn û niha li bajarên Reqa, Tebqa û gundewarên wan bi cih dibin. Her wiha 6 hezar koçber li kampa Girê Spî ya nêzî gundê Til Semin yê li gundewarê bakurê Reqayê bi cih bûne.