Dewleta Tirk careke din bombe li gundê Asûriyan barand
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gundê Til Cûma yê Til Temirê barand, ku şêniyên wê Asûrî ne.
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gundê Til Cûma yê Til Temirê barand, ku şêniyên wê Asûrî ne.
Li gorî agahiyan, êrişa dewleta Tirk a dagirkera li ser gundê Til Cûmayê li gorî dema herêmî saet di 12:30'î de dest pê kir. Êriş gefê li ewlehiya jiyanê ya gundiyan dixwe.
9'ê Cotmehê jî bombardûmaneke giran li gundên Asûriyan ên Til Temirê Til Şinan, Til Kêfçî, Til Cûma û Didara hatibû kirin û xisareke mezin li gundan hatibû kirin.