Ji bo şehîdan li Qamişlo konê sersaxiyê hate danîn

Li Qamişlo ji bo 4 şehîdan konê sersaxiyê hate danîn û bi sedan kesî serdan kon kirin.

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û bajarê Dêrikê sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd Sedîq Bûdakbeyoglu (Azad Çelê), Rojîn Remedan (Amara Cûdî), Yûsif Îbrahîm (Serdem Cûdî) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xaşî Xilêf re xwestin.

Konê sersaxiyê li ber mala şehîd Amara Cûdî ya li navçeya Girkê Legê hate vendan.

Di merasîmê sersaxiyê de wêneyên şehîdan û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin hildan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Qehreman Mihemed axivî, xiyaneta PDK'ê şermezar kir û got: "PDK'ê bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re dijminatiya xwe li dijî gelê Kurd ragihand û êrişî parêzvanên destkeftiyên gelê Kurd dike."

Endamê PYD'ê Mihemed Ebdurehîm banga şopandina xeta şehîdan kir û bêdengya civaka navneteweyî ya li hemberî dewleta Tirk ku çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê bi kar tîne, şermezar kir.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Mihemed bang li şêniyan kir ku ji siyasetên ku li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, hişyar bin û li hemberî dewleta Tirk bisekinin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.