Demek berê PDK’ê kemînek danîbû û di vê kemînê de 5 gerîla şehîd kiribû û dest danîbû ser cenazeyan. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê di 5'ê Cotmeha 2021'an de ji bo wergirtina cenazeyan çûbûn ber Deriyê Sînor ê Sêmalka û çalakiya bi kon dabû destpêkirin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî vê çalakiyê bûn û hefteya çalakiyê qediya. Malbatên şehîdan û gelê herêmê diyar dikin heta ku ew cenazeyan bistînin wê çalakiyê bidomînin.
CIWAN: DIVÊ PDK BIZANIBE HEKE SEBRA ME BIQEDE EM Ê SÎNORAN HILWEŞÎNIN
Hogir Qamişlo yê ku ciwanekî TEV-DEM’ê ye PDK hişyar kir û got “Gel çend roj in bi girseyî tevlî çalakiya li Sêmalka dibe. Bi sedan ciwan di çalakiyê de ne. Gel dibêje êdî sebra me nemaye. Heke cenazeyê me nede me êdî sebra me nemaye. Em ciwan diyar dikin heke cenazeyê me nedin me, em ê sînoran hilweşînin. Divê PDK baş bi vî tiştî zanibe.
Her ciwan û dayîk li hemberî îxaneta PDK’ê ye. Vê îxaneta Mesût û Nêçîrvan Barzanî êdî nayê qebûlkirin. Di dîrokê de çawa îxanet kiribûn, a niha jî dixwazin îxanetê bikin. Em ciwan em ê li hemberî vê siyasetê bin. Malbata Barzanî bi saya gerîla dikare li Başûr bimîne. PKK çû hewariya Şengal, Rojava, Kobanê. PKK ji bo hemû Kurd, Kurdistan û dinyayê amade ye."
DÊYA HEVRÎN XELEF JÎ DI ÇALAKIYÊ DE YE
Di 12’ê Cotmeha 2019’an de çeteyên dewleta Tirk Sekretera Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef şehîd kiribûn. Sûad Mistefa ya ku dêya Hevrîn Xelef e tevlî çalakiyê bû. Sûad Mistefa got “Çalakiya ku me li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka daye destpêkirin didome. Ji van kesên ku qaşo birayên me ne, heta ku em cenazeyê xwe bistînin, em ê çalakiya xwe bidomînin. Heke cenazeyê me di destê kesên din bûya, me yê bigota dijmin e, xayîn e. Lê mixabin cenazeyê me di destê birayên me yên Kurd de ye. Em li benda cenazeyan e. Heta ku cenazeyan bidin me, em ê çalakiya xwe bidomînin."
ÇALAKÎ BI ŞEV JÎ DIDOME
Çalakger li hemberî îxaneta PDK’ê li ser sînor di çalakiyê de ne û bi şev li dora agir geh stranan distrên geh jî zêmaran dibêjin. Bi şev gelek stranên li ser berxwedana gerîla û îxaneta Kurdan tên strandin. Bi sloganên ‘Bimire îxanet, bijî berxwedana gerîla’ bang li kesên hember tê kirin.
Dengbêjên ku di çalakiyê de stran distrên bang li PDK’ê kirin û gotin “Me digot bila di navbera me de ev şer tunebe, lê mixabin çêbû. Bila şehîdên me bidin me, bila têkiliya me xerab nebe. Vî şerê li hemberî birakujiyê gelekî zehmet e. Êşê dide gelê Kurd û gelê herêmê. Bi dengekî bilind em bang li wan dikin lê PDK û malbata Barzanî guh nade me. Divê em dev ji şerê birakujiyê berdin û li hemberî dijmin bibin yek. Dem dema yekîtî û serfiraziya li hemberî dijmin e.”
PDK’Ê DAYIKÊN AŞTIYÊ JÎ ASTENG KIRIBÛ
26 Dayikên Aştiyê yên ji Herêma Cizîrê ya Rojava ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên bi navê Nesrîn Temir (Tolhildan Raman) û Yûsif Îbrahîm (Serdem Cûdî) yên ku PDK’ê li Xelîfanê ew şehîd kiribûn, xwestibûn ji Deriyê Sînor ê Sêmalka biçin Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê. Hêzên PDK’ê Dayikên Aştiyê asteng kiribû. Dayikan diyar kiribû çi dibe bila bibe ew ê cenazeyan werbigirin û dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.
MÎT BI DESTÊ PDK’Ê LI SÊMALKA ÎSTÎXBARATÊ DIKE
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên ewlekariyê yên herêmê stendiye, piştî ku çalakiyê dest pê kir, PDK ji vê çalakiyê aciz bû û xebatkarên îstîxbarata Tirk li ser sînor bi cih kir.
Berê jî derketibû holê ku li Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê tiliya MÎT’ê heye. Hêzên PDK’ê ji bo kesên dixwazin ji Rojava biçin Başûrê Kurdistanê li ser navê forma derbasbûnê, forma îstîxbaratê dide dagirtin û li vê derê xebatkarên MÎT’ê kesan didin ber pirsan.