Li Efrînê du sivîlên din hatin revandin
Li Efrînê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye, du sivîlên din hatin revandin.
Li Efrînê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye, du sivîlên din hatin revandin.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin çeteyên Ehrar El Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk li gundên Moseko û Hec Xelîlê yên navçeya Raco ya Efrînê du kes revandine.
Hate diyarkirin sivîlên bi navê Nezîr Mihemed Tobal û Selah Osman hatine revandin û aqûbeta wan nayê zanîn.
Li Efrînê ya ku ji Adara 2018’an û vir ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye rejîmeke terorê û çeteyan hatiye avakirin. Li wê derê her roj mirov tên revandin, êşkence tê girtin, mal û milkên gel tê talankirin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê dewleta Tirk di navbera 29’ê Tîrmehê û 23’ê Tebaxê li Efrînê herî kêm 101 kes revandiye. Hate diyarkirin 17 jê jin û 3 jî zarok in.
Rêxistina Mafên Mirovan diyar dike ku çete ji bo fîdyeyê mirovan direvîne û armanca wê koçberkirina gel e û pê re jî demografiyê biguherîne.