Dewleta Tirk li Girê Spî di mehekê de 11 jin revand
Dewleta Tirk a dagirker di nava çar hefteyên dawî de li Girê Spî herî kêm 11 jin revand.
Dewleta Tirk a dagirker di nava çar hefteyên dawî de li Girê Spî herî kêm 11 jin revand.
Dewleta Tirk her roj sûcekî nû yê şer dike. Bombekirina cih û warê sivîlan, kuştin, revandin û êşkencekirin ji bo dewleta Tirk bûye karekî rojane.
Herî dawî li bajarokê El Elî Baceliyê yê Kantona Girê Spî ji eşîra El Bo Esafê jin a bi navê Uwêş Ehmed El Uwêd revand.
Bi vî rengî hejmara jinên ku di nava 21 rojên dawî de hatin revandin gihîşt 11 kesî. Herî dawî 6'ê Cotmehê du jinên bi navê Zelxa El Hisên û Fatime El Giûd, 19'ê Îlonê jî li heman bajarokî jin a ciwan a 18 salî Cewser El Ebid revandibû.
Li bajarokê Hemam Tirkmen jî 6 jin û li Silûkê jî jinek revandibû.