Dayikên Aştiyê xwestin cenazeyên şehîdan werbigirin, PDK bû asteng

Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyên gerîlayan ên di kemîna PDK'ê de şehîd bûn werbigirin, xwestin biçin Başûrê Kurdistanê û berê xwe dan Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê. PDK'ê li ser sînor pêşî li dayikan girt.

26 Dayikên Aştiyê yên ji bajar û kantonên herêma Cizîrê bi rêya dergeha Sêmalka derbasî dergehê Pêşxabûr ê li Başûrê Kurdistanê bûn da ku daxwaza cenazeyên şehîd Tolhildan û şehîd Serdem bikin ku di kemîna hêzên PDK’ê de li herêma Xelîfanê şehîd bûbûn.

Dayikên Aştiyê bi pêşengtiya Wedîa Mele Îsa dayîka şehîd Dunya ku parçeyek qimaşê spî ku nîşaneya aştiyê ye, li pêşiya dergeha Sêmalka ya sînor kom bûn û berê xwe dan dergeha Pêşxabûr, da ku kiryarên PDK`ê şermezar bikin. Hêzên Partiya Demokratîk a Kurdistanê ew asteng kirin û nehîşt ku derbasî Başûr bibin.

Dayik ji biryara xwe ya derbasbûna Başûr bi israr in û ji bo şermezarkirina helwesta hêzên PDK`ê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.