QSD: Li Dêra Zor û Hesekê 6 DAÎŞ’î hatin girtin
Yekîneyên Antî-Teror ên QSD`ê li herêmên Hesekê û Dêra Zorê di encama 3 operasyonên ewlehiyê de 6 çeteyên DAÎŞ’ê girtin.
Yekîneyên Antî-Teror ên QSD`ê li herêmên Hesekê û Dêra Zorê di encama 3 operasyonên ewlehiyê de 6 çeteyên DAÎŞ’ê girtin.
QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî, li ser operasyonê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:
“8`ê Cotmehê, yekîneyên taybet ên QSD`ê bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê operasyoneke ewlehiyê lidar xist. Di operasyonê de çeteyekî DAÎŞ`ê yê di fînansekirina şaneyan, veguhestina çekan, madeyên teqemeniyê û plankirina êrîşên li dijî nuqteyên leşkerî û ewlehiyê de dixebitî, hate girtin.
D9`ê Cotmehê yekîneyên me li bajarokê Şeife yê gundewarê rojhilatê Dêra Zorê li dijî şaneyeke DAÎŞ`ê operasyoneke ewlehiyê lidar xist. Di operasyonê de 4 endamên şaneyê, yek ji wan serçete hatin girtin. Her wiha çek, alavên leşkerî, teknîk û belgeyên bi wan re hatin desteserkirin.
12`ê Cotmehê, yekîneyên me tevê hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundewarê rojhilatê Hesekê operasyoneke ewlehiyê lidar xist. Di encama operasyonê de berpirsekî veguhestina pereyan ji malbatên DAÎŞ`î yên li kampa Holê re, li derdorê bajarokê Holê hat girtin. Têkiliyên wê çeteyî bi gelek şaneyên terorîst re hebû û malbatên DAÎŞ`î ji kampê derdixistin. Her wiha hin alavên leşkerî û belgeyên pê re hatin desteserkirin.
Ev operasyon di çarçoveya xebatên domdar û hevbeş di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî yên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tên lidarxistin e, Armanc pûçkirina şaneyên DAIŞ`ê ye û rêgirtina li çalakiyên terorîst ên gefan li jiyana sivîlan û aramiya herêmê dixwin.”