Roja duyemîn a berxwedana rûmetê: Erdogan gef li Yekîtiya Ewropayê xwar

Li Serêkaniyê ku bi şev şerekî giran qewimî, di roja duyemîn de êriş zêdetir bû. Şefê faşîst Tayyîp Erdogan ku li herêmê nekarî bi dilê xwe bi pêş ve biçe, ji bo Yekîtiya Ewropa piştgiriyê bide êrişên dagirkeriyê vê carê gef lê xwar. Beşa 2'emîn.

Berxwedana rûmetê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şerekî giran dest bi roja duyemîn kir. Li ser bajarên Serêkaniyê, Girê Spî, Kobanê, Eyn Îsa, Dirbêsiyê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilava û Dêirkê gefên êrişên giran hebû. Li Efrîn û Babê teqîn çêbûn. Li gel êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk her wiha hucreyên veşartî yên DAÎŞ'ê jî ketin nava liv û tevgerê.

BÎLANÇOYA DU ROJAN: 262 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSDI bîlnaçoya şerê 9*10'ê Cotmehê wiha eşkere kiribû:

"9'ê Cotmehê êrişa li ser herêma Aşmê hate şikandin. Artêşa Tirk bi balafirên şer bombardûmaneke giran li herêmên Til Sindir û Kulitê kir. Dorpêçiya li ser Girê Spî hate şikandin. Hêzên me berxwedaneke mezin nîşan dan û bersiveke giran dan. Di şer de 40 çete hatin kuştin, tankek hate îmhakirin. Li Til Findirê bersiv ji êrişan re hate dayin û wesayiteke leşkerî ya artêşa Tirk hate îmhakirin. Di encama bombardûman û şer de 6 hevalên me şehîd bûn.

10'ê Cotmehê li Girê Spî, Silûkê û Kobanê di şer de 52 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

9-10'ê Cotmehê li ser qadeke navbera herêma Til Xelef a Serêkaniyê û Dêrikê topbaranek bênavber hate kirin. Artêşa Tirk û çeteyên wê gelek caran hewl dan ji herêmên Serêkaniyê, Til Xelef, Elok û Dirbêsiyê sînor derbas bikin. Di encama bersiva hêzên me de êriş hate şikandin.

Hucreyeke çeteyan a li gundê Um El Xêr ê Serêkaniyê bi cih bû, bi operasyonekê bi temamî hate bêbandorkirin.

Li ser herêmên Amûdê, Qamişlo û Dêrikê êrişên giran ên ji bo dagirkirinê hebûn. Tankeke artêşa Tirk a ku hewl dida ji sînor derbas bibe hate îmhakirin.

Di 9 û 10'ê Cotmehê de li herêmên cuda yên Serêkaniyê di şer de 170 çeteyên dagirker hatin kuştin. Di şerê du rojan de 22 hevalên me yên bi rengekî fedayî şer kirin, şehîd bûn.

Bi giştî:

Di şerê de 2 rojan de 262 çete hatin kuştin.

Di êriş û bombardûmana artêşa Tirk de gelek sivîl şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn.

QADÊN XIZMETÊ BÛN HEDEFA DAGIRKERAN

Navenên tenduristiyê, ambûlans, stasyonên avê yên li herêmê ku qadên sivîl bûn, di hedefa çeteyên dewleta Tirk de bûn. Hin bûyerên ku di nava rojê de qewimîn wiha ne:

Li Serê Kaniyê navendên tenduristiyê yên ser bi Heyva Sor a Kurd ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê 4 sivîl birîndar bûn.

Stasyona avê ya Elokê ku av ji 2 milyon mirovî re digihand, hate bombekirin.

Stasyona avê ya li Girê Spî bi çekên giran hate bombekirin.

Gundê Dêrna Axê yê Çilaxayê ku mezintirîn gola herêma Cizîrê lê ye hate bombekirin.

Li taxa Qidûrbekê ya Qamişloyê di encama bombardûmanê de dayikek ku kurê xwe dibir nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Lingê kurê wê jî jê bû.

Li navçeya Tirbespiyê gundên Cihan, Til Xatûn û Dêrna Qolinka ku Êzidî û Suryanî lê ne hatin bombekirin.

Êriş li dijî sivîlên li ser rêya Serêkaniyê hate kirin.

Li gundê Metkalta yê Girê Spî êriş li dijî wesayiteke sivîl hate kirin. Di encama êrişê de Rêzan Îsmaîl ê 9 salî li pêş dayik û bavê xwe hate qetilkirin.

LI EFRÎN Û BABÊ TEQÎN

Li navenda bajarê Efrînê li baregeha çeteyên Cebha El Şamiye yên ser bi dewleta Tirk ve teqînek çêbû û di encamê de gelek çete mirin, gelek çete jî birîndar bûn.

Li bajarê Babê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin di encama teqîna motorsîkletek bombebarkirî de 8 kes birîndar bûn.

Serokkomarê Tirk Erdogan ku ji bo êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nekarî piştgiriyê werbigire bi vê gotinê gef xwar: "Ey Yekîtiya Ewropa eger hûn operasyona me ya niha weke hewldana dagirkeriyê pênase bikin, karê me hêsan e: Em ê deriyan vekin, 3.6 milyon penaberan ber bi we ve bişînin."

NERAZÎBÛN Û NÊRÎNÊN LI QADA HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ

Nerazîbûna li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk mezin bûn. Erebistana Siûdî, Îmarat, Urdun, Lubnan, Misir, Qûweyt, Iraq, Fransa, Awûstralya, Swêd, Danîmarka, Îtalya, Hollanda, Yewnanistan û hwd. gelek welatan destpêkê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin, piştre jî bang kirin ku dawî li van êrişan bê anîn. Fînlandiya û Norwêcê firotina çekan ji bo Tirkiyeyê sekinandin, DYE û Hollandayê jî ji bo pêkanînan pêşniyar kir.

PKK: HER MAL BIRYARGEHEKE, HER KOLAN ÇEPERA ŞER E

Komîteya Rêveber a PKK'ê destnîşan kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk her mal wê bibe biryargehek, her kolan jî bibe çepereke şer. Bang li hêzên HPG û YJA Starê jî hate kirin ku li her qada Bakurê Kurdistanê çalakiyan zêde bikin.

Li Başûrê Kurdistanê jî gel li dijî dagirkeriyê li qadan bû. Şêniyên Silêmaniyeyê ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dakete kolanan û gotin, "Rojava ya Kurdan e, nabe ku Rojava bê dagirkirin."

CIVÎNA KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza 5 endamên Yekîtiya Ewropayê êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rûniştineke girtî de nirxand. Pêşniyara ji bo şermezarkirina êrişê ji ber astengiya DYE û Rûsyayê nehate qebûlkirin û biryareke hevpar a ji bo şermezarkirinê nehate weşandin. 5 welatên Yekîtiya Ewropayê: Îngilistan, Elmanya, Fransa, Belçîka û Polonyayê piştî civînê daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew ji êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê 'bi fikareke mezin in' û bang li Tirkiyeyê hate kirin ku dawî li operasyona xwe ya yekalî bîne. Di daxuyaniyê de ji bo planan herêma ewle ya ku Tirkiyeyê ji bo vegerandina penaberan pêşniyar kir wiha hate gotin, "Dibe ku bersivê nede pîvanên navneteweyî yên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî."

BIRYARÊN PÊKANÎNÊ

Li DYE'yê, Senatorê Carolina Başûr Lindsey Graham û Senatorê Maryland ê Demokrat Chris van Hollen ragihand ku di mijara pêkanînên li ser Tirkiyeyê de li hev kirine. Di lîsteya p^keanînan de navê Serokkomarê Tirk Erdogan jî hebû. Graham li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam da: "Ez kêfxweşim ku bi Senator Chris van Hollen re li ser pêkanînên cidî yên li dijî Tirkiyeyê me bi rengekî dualî li hev kirine. Rêveberî red dike klu li dijî Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê. Li bendê me ku ji her du aliyan ve jî piştgiriyeke xurt bê dayin."

Li Hollandayê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê hate dayin û pêşniyar li parlamentê hate kirin ku pêkanînên malî li dewleta Tirk bê ferzkirin.

FIROTINA ÇEKAN HATE RAWESTANDIN

Fînlandiya û Norwêcê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand.

SERDANÊN JI BO TIRKIYEYÊ HATIN BETALKIRIN

Cografyavan û aktîvîstê Îngiliz David Harvey bi vê gotinê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da: "Ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku divê di asta navneteweyî de bê şermezarkirin." David Harvey ragihand ku wê tevlî kongreya li Enqereyê nebe.

Serokê Meclîsa Îranê Alî Larîcanî ku li ser vexwendina Serokê Meclîsa Tirk Mûstafa Şentop wê tevlî çalakiyek li Stenbolê bibûya, ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk serdan betal kir.

WELATÊN EREB

Erebistana Siûdî, Îmarat, Urdun, Lubnan, Lîbya, Misir, Qûweyt û Iraqê êrişên ji bo guhertina demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li Yekîtiya Ereb kirin û bi navê Yekîtiya Ereb biryar dan ku bi lezgînî bicivin.

Wezîrê Bazirganiya Derve yê Lubnanê Hasan Mûrad: Tirkiye ne cara yekê ye ku dest li xaka Ereb werdide. Her tim hewl dide qirkirina etnîkî bike û dikeve nava xaka me. Tirkiyeyê çav berdaye Helebê. Bi bahaneya herêma ewle pêleke nû ya koçberiyê li me tê ferzkirin. Dewleta Tİrk hewl dide welatên Ereb parçe bike. Ji bo pêşî li êriên dewleta Tirk û qirkirina etnîkî bê girtin divê piştgiriya siyasî û madî ji Sûriyeyê re bê dayin û xaka wê bê parastin.

Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê: Armanca êrişên leşkerî lawazkirina Sûriyeyê û binpêkirina serxwebûna wê ye. Gel û hêzên Ereb divê li hemberî êrişan nerazîbûna xwe nîşan bidin. Welatên Ereb divê li hemberî êrişên dewleta Tirk helwesteke hevpar nîşan bidin.

Meclîsa Nûneran a Lîbyayê: Êrişên dewleta Tirk hewldanek Erdogan a ji bo belavkirina terorê û tundiyê li herêmê ye.

WELATÊN EWROPAYÊ

Serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrison û Wezîra Karên Derve Marise Payne êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kirin ku gavên yekalî ji aliyê herêmên ewle ve dikarin encamên şaş bi xwe re bîne û destketiyên ku koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYE'yê bi hêzên QSD'ê re hatin bidestxistin dibe ku ji dest biçin û bandoreke neyînî li sivîlan bikin. Di vê mijarê de gotin, "Em bi fikar in. Dibe ku belayên nû bînin serê gelê Kurd û DAÎŞ'ê jinûve zindî bike. Gavên dewleta Tirk weke Awûstralyayê gefê li têkiliyên me dixwin."

Alîkarê Serokwezîrê Îtalyayê Luigi Di Maio êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 'nayên qebûlkirin' pênase kir û got, "Em van êrişan şermezar dikin." Ji bo êrişên dagirkeriyê bi dawî bibin bang kir.

Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê: Em piştgiriyê didin sekna Yekîtiya Ewropayê û çalakiyên leşkerî yên yekalî yên Tirkiyeyê li ser xaka welatekî serbixwe şermezar dikin û bang dikin ku tavilê dawî li çalakiyên leşkerî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne anîn. Operasyonên ku hiqûqa navneteweyî binpê dikin aramiya li herêmê xera dikin û hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê dixe metirsiyê.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li bajarê Lyonê axivî û êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê bi gotina "Rîskê diafirîne ku 'xîlafeta' DAÎŞ'ê jinûve ava bike" pênase kir. Macron xwest, êriş di dema herî kurt de bên rawestandin.

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly nerazîbûneke tund nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û got, "Ev operasyon gefê li ewlehiya Kurdan dixwe. Metirsîdar e ji ber ku bi kêrî DAÎŞ'ê tê, ku pênc sal in em li dijî wan şer dikin. Divê bê rawestandin."

Swêd û Danîmarkayê nerazîbûn nîşanî hewldana dagirkeriyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û bang li Sefîrên Bilind ên Tirk kirin ku bên Wezareta Karên Derve.

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li Parlamenta Ewropayê di civînekê de axivî û xwest ku Tirkiye bê cezakirin.

ÎSRAÎL: EM ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK ÊN LI SER HERÊMÊN KURDAN BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu êrişên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar kir, hişyariya 'paqijiya etnîkî' da û got, "Îsraîl dagirkeriya Tirk a li herêmên Kurdan ên li Sûriyeyê bi tundî şermezar dike û hişyariyê dide ku Tirkiye û hêzên ser bi wê ve li dijî Kurdan paqijiya etnîkî bikin. Îsraîl amade ye ku alîkariya mirovî ji bo gelê Kurd ê wêrek zêde bike."

ERMENISTAN: ŞER BANDOR LI 16 MALBATÊN ERMEN KIR

Ermenistanê êrişên dewleta Tirk weke 'dagirkeriyê' pênase kir û şermezar kir. Di daxuyaniya li malpera Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê de hate ragihandin ku êriş wê ewlehiya herêmê û krîza mirovî girantir bike. Ermenistanê ji bo bidawîbûna vê operasyonê bang kir ku di asta navneteweyî de tedbîr bêne girtin. Serkonsolosê Ermenistanê yê li Helebê Armen Sarsyan diyar kir ku li Girê Spî şer bandor li 16 malbatên Ermen kiriye.

SIBE: Roja 3'emîn a berxwedana rûmetê: Dewleta Tirk ji sînor ve, DAÎŞ'ê jî ji hundir ve êriş kir.