Li Helebê bi hezaran kes ji bo azadiyê meşiyan

Li Helebê bi hezaran kes di salvegera komploya navneteweyîd e ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Girse ji pêşiya hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqûdê dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û al û sembolên Kurdan hatin hildan û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmralî û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a herêma Cîbayat a beşê rojhilat ê taxa Eşrefiyê rawestiya û deqîqeyekê rêz hate girtin.

Piştre, endama Rêveber a Komîteya Azadiya Rêbertî Amina Xidro û endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Emîn Elîko axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku dewleta Tirk di dosyaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hemû qanûn û pîvanên mirovahiyê bin pê dike.

Her wiha hate diyarkirin het ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were wê berxwedan bidome.

Di dawiya axaftinan soza xurtkirina têkoşînê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî hate dayîn.