Li dijî komployê bi deh hezaran kes li Kantona Hesekê daketin qadan
Li Kantona Hesekê bi deh hezaran kes komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.
Li Kantona Hesekê bi deh hezaran kes komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.
HESEKÊ
Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de pêk hatin, îro bi hezaran şêniyên Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek lidarxistin.
Li Hesekê û navçeyên Til Temir û Dirbêsiyê bi hezaran şênî tevî endamên saziyên sivîl, partî, hêzên siyasî yên Kurd, Ereb, Suryanî û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî meşê bûn.
Di xwepêşandanê de beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û partiyên siyasî hildan. Her wiha dirûşmeyên li dijî komployê û dagirkeriyê berz kirin.
Li Hesekê xwepêşandan ji pêşiya Navenda Daîreya Kantonê dest pê kir. Xwepêşandana li navçeya Til Temirê jî ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a navçeyê, li Dirbêsiyê jî xwepêşandan ji pêşiya navenda ciwanan dest pê kir.
Meşa li Hesekê li Qada Şehîd Serhed veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de partiyên siyasî û rûspiyên Ereb axivîn.
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif di mîtîngê de axivî û got: “9’ê Cotmehê ji bo gelên Rojhilata Navîn rojeke reş e. Di heman rojê de komploya li dijî Rêber Apo û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kir.”
Foza diyar kir ku komplo hemû gelên azadîxwaz dike hedef da ku wan bike kole ku berjewendiyên wan dewletên komploger pêk bînin û wiha domand: “Sûcên li dijî xelkê me yê Efrînê û Serêkaniyê û Girê Spî pêk hatine û berdewamkirina wan sûcan ji bo qirkirina gelên van herêman, encama bêdengiya navneteweyî ye.”
Foza Yûsif piştrast kir ku êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi desteka dewletên komploger pêk tên û got: “Êdî bes e hûn destekê didin dewleta Tirk û di kuştina ciwanên me û rijandina xwîna Kurdan de dibin hevkar. Ji bo wê divê gelê me li ber xwe bide da ku tune nebe.”
Şêxê eşîra El-Cebûr, Ferhan Cemîl Etiyê jî li ser navê Meclîsa Gel a bajarê Hesekê axivî û wiha got: “Ocalan misogerî û çareseriya yekane ya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û wateya rasteqîn a mirovahiyê ye.”
TIL TEMIR
Xwepêşandêran li navçeya Til Temir li Kolana Filistînê kom bûn. Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Tirk ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re şermezar kir û anî ziman ku sûcên li girtîgeha Îmraliyê û li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tên, sûcên li dijî mirovahiyê ne.
Evîn diyar kir ku êrişên li dijî Rêveberiya Xweser û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya demokratîk jî berdewama komployên li dijî rêber Ocalan in.
Evîn Paşo her wiha îxaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û alîgirên wê şermezar kir û piştrast kir ku berxwedana hêzên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê wê bi pêşengiya jinên azad dewam bike.
DIRBÊSIYÊ
Şêniyên navçeya Dirbêsiyê jî li qada şehîdan a navçeyê kom bûn û diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û herêmên dagirkirî rizgar bikin.
Endamê Rêveberiya PYD'ê Mihemed Xelef destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salên dirêj xebitî da ku gelên bindest rizgar bike. Xelef anî ziman ku gelê Kurd bi berxwedan û vîna xwe Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pûç kir.
Mihemed Xelef piştrast kir ku dagirkirina Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê berdewama komploya li dijî rêber Ocalan e û bang li gel kir ku berxwedan û têkoşîna xwe bidomîne heta ku dagirkeriyê têk bibin.
Endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Ebîr Hesen jî komplo û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, şermezar kir. Ebîr got: “Beriya 2 salan zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di yek eniyê de li Serêkaniyê û Girê Spî li dijî êrişên dewleta Tirk şer kir û li hember balafir û topbarana dewleta Tirk ên hovane li ber xwe da.”