Roja 4'emîn a berxwedana rûmetê: Serêkaniyê neket!

Artêşa çete ya dewleta Tirk di roja 4'emîn a Berxwedana Rûmetê de gelek windahî dan. Erdogan ji bo moralê bide artêşa xwe, îdîa kir ku li Serêkaniyê kontrol bi temamî bi dest xistine, lê heta wê demê jî neketibûn nava bajêr.

Berxwedana rûmetê roja 4'emîn li pey xwe dihişt. Dewleta Tirk got, 'Me Serêkaniyê bi temamî kontrol kir' û bi vî rengî hewl da artêşa xwe ya dagirker a ku gelek kuştî da, motîve bike. Eniya berxwedanê ya Serêkaniyê careke din derbên giran li dagirkeran xist. Di çalakiyên berxwedanê de 87 çete hatin kuştin, 32 çete jî birîndar bûn.

EŞÎRÊN EREB SEFERBERÎ RAGIHANDIN

Rûspî û eşîrên Ereb ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin ku wê bi 50 hezar şervanî tevlî seferberiyê bibin a ku Rêveberiya Xweser li dijî êrişên dagirkeriyê ragihand.

Nûçegihanê Al Arabiya û rojnamevan Zêdan Zêngilo ku êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînor dişopand, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate destgîrkirin.

Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve hatiye dagirkirin teqîneke mezin çêbû. Teqîn li taxa Mehmûdiyê pêk hat.

PÊŞENGA ŞOREŞÊ HEVRÎN XELEF HATE QETILKIRIN

- Konvoya ku Sekretera Partiay Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef tê de bû, bû hedefa êrişa çeteyên Ehrar El Şarqiye. Di êrişê de Hevrîn Xelef û 7 sivîlên pê re hatin qetilkirin.

ÊRIŞA BI WESAYITÊN BOMBEBARKIRÎ

- Li herêma Acaca ya li ser rêya Hesekê-Şedadê, motorsîkleteke bombebarkirî di dema derbasbûna tankera petrolê de teqiya.

- Li Hesekê, li hemberî girtîgeha Xiwêranê ya ku çeteyên DAÎŞ'ê lê ne bi wesayiteke bombebarkirî êrişek hate kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser êrişê daxuyanî da û diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê yên ku bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re ketin nava liv û tevgerê, hewl didin kaosê çêbikin.

HELWESTA LI QADA NAVNETEWEYÎ

- Fermandariya Giştî ya DYE'yê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Kobanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye bombekirin. Di daxuyaniya DYE'yê de hate gotin, artêşa Tirk pê zane ku baregeha koalîsyonê li herêmê heye.

- Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mike Pompeo got, "Ji bo parastina Kurdên li Rojava ji bo her tiştên pêwîst bê kirin em cîhanê dixin nava liv û tevgerê. Em zanin ku ev yek girîng e û tişta divê bê kirin e. Emerîkayê serxistina vê armancê daniye ber xwe."

- Seroka Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Liliane Maury Pasquier anî ziman ku êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe ku ji bo herêmê bibe sedema aloziyên mezin û felaketan bîne serê gel.

- Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereb Ahmed Aboul Gheit diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û RojhilatêS ûriyeyê "Binpêkirina serweriya Sûriyeyê ye û dagirkerî ye."

Wezîrê Karên Derve yê Misrê Semîh Şukru nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava da û got, "Erdogan kujer e."

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heiko Maas ragihand ku ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hikumeta federal wê ji bo firotina çekan ji Tirkiyeyê re biryareke nû nede.

Wezaretên Parastin û Karên Derve yên Fransayê bi daxuyaniyeke hevpar ragihand ku ji ber êrişên dagirkeriyê firotina çekan ji bo Tirkiyeyê hatiye rawestandin.

Endamê Kongreya DYE'yê Dan Crenshaw û endama kongreyê ya Komarger Liz Cheney jî di nav de 30 endamên Kongreyê yên Komarger ji Meclîsa Nûneran xwest ku bersiveke xurt bide êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

SIBE: Roja 5'emîn a berxwedana rûmetê. Êriş li dijî konvoya sivîl hate kirin.