9’ê Cotmeha 2019’an dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bermahiyên DAÎŞ’ê êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kirin, şervanên YPG, YPJ û QSD’ê yên parastina destketiyên şoreşê kirin, ,li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî nivîsandin.
Şervanê YPG’ê Devrîm Amed ji ANF'ê re qala dema Berxwedana Rûmetê ya Dîrokî kir:
"Di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî em ketin ser rê. 18’ê Cotmeha 2019’an min cihê xwe li eniya Taxa Pîşesazî ya Taxa Jêr a Serêkaniyê girt. Li vir êriş pir dijwar bûn, hevrêyên me birîndar bûn. Li wê eniyê em pir kêm hevrê man. Ji bo cihê em lê me hêz xwest, hevrêyê me hatin cihê em lê bûn, li eniyê bi cih bûn. Artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî êriş anî ser cihê em lê bûn, bi awayekî taktîkî em vekişiyan. Dema ku hevrêyên me bi alîkariya me ve hatin, me dubare berê xwe dan taxên ku em jê vekişiya bûn, ji bo dijmin jê paqij bikin ketin tevgerê. Ji ber êrişên dijwar cih bi cih me berdida û dubare em diketinê. Tax bi tax em pêş ve diçûn, çeteyan xwe li hinek malan veşartibûn. Dîsa cihê em lê bûn dubare çeteyan êriş kirin. Bi hêz û morala ku hevrêyên me yên bi alîkariya me dihatin, hemû astengî derbas dikir, bi wê coş û moralê pêş ve diçûn. Me encamên baş ji çalakiyên li dijî wesayîtên zirxî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker digirt. Tevî ku ti pîvanên exlaqî yên şer li ber çav nedigirtin û bi ser me ve jî dihatin, lê em bi moral bûn."
'DI NAVBERA ME Û ÇETEYAN DE TENÊ 10 METRE MABÛ'
Dema artêşa Tirk bi pêşveçûna me dît, vê carê berê êrişên xwe dan eniya Til Xelef. Li vir şer rû da, di dema vî şer de me dîtin û di navbera me û wan de 20-25 metre navber hebû. Ber bi me ve bi dijwarî dest bi êrişan kirin, ez birîndar bûm û di navbera yên êrişî me dikir û wan de navberek pir kêm ma. Birîndar li erdê dirêjkirî bûm, di navbera me û çeteyên dewleta Tirk de navberek bi qasî 10 metre mabû. Tam di wê demê de hevrêyeke jin a em di heman tabûrê de bûn, gule li çeteyan reşand û bi milê min girt û ez kişand.
'MIN DA PIŞTA XWE'
Wê demê ez hinek bi kêlo bû, nêzî 85-90 kêlo bûm. Ne di wê baweriyê de bûm ku wê hevrêya jin min bikare rake. Lê ruhê wê demê hatî avakirin cuda bû. Wê demê tam ne li ser hişê xwe bûm. Min dît ku hevrêya min a jin, ez hildame pişta xwe û min ji qada şer dûr dike. Min ewilê bawer nekir, min hew dît li pişta hevrêya jin im. Bi vî rengî em derbasî kolana piştê bûn. Hevrêyek jin û mêr ber bi me ve dihat. Dema ez li pişta hevrêya jin bûm gule li me dihate reşandin, wê demê ew hevrêya jin jî birîndar bû.
Hevrêyên me xwestin ku me ji qada şer derbixin. Em ber bi wesayîtê ve ketin rê. Tam wê demê çend guleyek din li pişta min ketin. Ez ketim erdê. Hevrêyan ez hildam rexê peyarêyê. Êdî hêdî hêdî ji ser hişê xwe ve diçûm. Ji her alî ve dengê guleyan dihat, şer dijwar dibû. Dawiyê hevrêyan ez ji qada şer derxistim, gihand nexweşxaneyê. Bi vî rengî îro ez dijîm.
'CAREKE DIN MIN ŞAHIDIYA VÎNA JINÊ KIR'
A ku ez li vir dixwazim bînim ziman, rol û mîsyona jinê ya di nava şer de ye. Min şahidî ji wê yekê re kir ku jin di nava şer de xwedî vîneke çawa ye. Ez li ber vê şaşmayî mam.
Me di Şoreşa Rojava de gelek carî şahidî ji vîna jinê re kiribû. Min niha tenê ya min dît vegot. Dema ez çûm tugaya xwe hevrêyên min pirs dikir kê te rizgar kir? Min ji bo her kesê got, hevrêyeke jin ez rizgar kirim.
Di refên têkoşînê de 3 caran birîndar bûme, 2 caran hevrêyên jin ez rizgar kirim. Eger fedekariya hevrêyên jin tineban, dibe ku îro ne jiyabam.
Di serî de ez jiyana xwe deyndarî Rêber Apo, şehîd û hevrêyên xwe yên jin im. Bi rizgarkirin min a ji aliyê hevrêyên min ve, şansê carekî din derbê li wan dijminên hov bidim. Ji bo hevrê û YPJ’ê çi bêjim kêm e. Tişta ku ez bikim ew e ku xwedî li bîranînên hevrêyên xwe derkevim."