Efrîniyan bi meşeke bi heybet sê jinên şoreşger hatin bîranîn
Şêniyên Efrînê bi meşeke girseyî ya bi heybet sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatibûn qetilkirin di 9’mîn salvegera şehadeta wan de bibîranîn.
Şêniyên Efrînê bi meşeke girseyî ya bi heybet sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatibûn qetilkirin di 9’mîn salvegera şehadeta wan de bibîranîn.
Bi dehan endamên Kongra Star û endamên sazî û dezgehên herêma Efrînê li ser rêya navçeya Ehrezê kom bûn û dest bi meşeke girseyî ya bi heybet kir.
Çalakvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hildan.
Meşa bi heybet li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê rawestiya û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Sûreyye Hebeş axivî û got: “Îro şoreşa me mezin dibe û hemû jinên cîhanê ên ku tevlê vê şoreşê dibin, em ê piştgiriya wan bikin û em nahêlin komkujiya li dijî Sakîne Cansiz û hevalên wê pêk hat, careke din dubare bibe.”
Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefe Hisên jî axivî û got: “Hemû hêza ku îro di hundirê her jineke Kurd de heye ji berxwedana Sakîneyan tê. Em heya dawiyê soza şopandina rêya Sakîne Cansiz û hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez didin.”
Meş bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.