KON-MED: Ji bo 3 jinên Kurd em bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin
KON-MED'ê ji bo çalakiyên li Elmanyayê banga tevlîbûnê kir û got, "Di salvegera Komkujiya Parîsê de em bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin û hesabê komkujiyan bipirsin."
KON-MED'ê ji bo çalakiyên li Elmanyayê banga tevlîbûnê kir û got, "Di salvegera Komkujiya Parîsê de em bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin û hesabê komkujiyan bipirsin."
Hevserokên konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek dan.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Komkujiya Parîsê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê yên navneteweyî ve li dijî jinên Kurd û tevahiya gelê Kurd hatiye kirin.
Eşkere ye ku armanca vê komkujiyê tepisandina gelê Kurd û vegirtina ji berxwedana pîroz bû. Lê belê berevajî vê armancê, jin û gelê Kurd hêrsa xwe ya li dijî dijmin û berxwedana xwe mezintir kirin."
KON-MED'ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, ji pêşengên berxwedana xwerêveberiyê Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Ûyar bi bîr anî û ji bo çalakiyên ku wê li gelek bajarên Elmanyayê bêne lidarxistin ev bang kir: "Em bang li gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe, şoreşger û demokratan dikin ku ji bo hesabpirsîna ji komkujiyê bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin."
Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyên li Elmanyayê wiha ye:
BERNAMEYA ÇALAKIYÊN LI ELMANYAYÊ
BERLÎN
Alexander Platz vor dem Roten Rathaus
Dem: 8'ê Çileya 2022
Saet: 14.00
Frankfurt: HBF
Dem: 8'ê Çileya 2022
Saet: 14.00
Düsseldorf: DGB Haus Friedrich-Ebert-Str.
Dem: 8'ê Çileya 2022
Saet: 13.00
Hamburg: Sternschanze Bahnhof
Dem: 8'ê Çileya 2022
Saet: 14.00
Bremen: Auf dem Marktplatz Bremen
Dem: 8'ê Çileya 2022
Saet: 16.00
Kiel: Europlatz Kiel
Dem: 8'ê Çileya 2022
Saet: 15.00
Saarbrücken: : Europa Galerie Saarbrücken
Dem: 8'ê Çileya 2022
Saet: 13.30
Stuttgart: Lautenschlager Str. Stutgart
Dem: 8'ê Çileya 2022
Saet: 15.00
Hannover: HBF- Hannover
Dem: 8'ê Çileya 2022
Saet: 14.00
Aurich: Marktplatz Aurich
Dem: 8'ê Çileya 2022 Saet: 14:30."