Bi sedan kesî serdana konê sersaxiyê yê şervanê YPG'ê Birûsk Botan kirin
Ji bo şervanê YPG'ê Fûat Azrak (Birûsk Botan) ku 2'ê Çileyê li Hesekê di dema perwerdeyê de ji ber qezayê şehîd bû, konê sersaxiyê hate vedan. Bi sedan kesî serdana kon kirin.
Ji bo şervanê YPG'ê Fûat Azrak (Birûsk Botan) ku 2'ê Çileyê li Hesekê di dema perwerdeyê de ji ber qezayê şehîd bû, konê sersaxiyê hate vedan. Bi sedan kesî serdana kon kirin.
Bi sedan ji şêniyên navçeyên Girê Legê û Dêrikê berê xwe dan Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer a li navçeya Dêrikê û sersaxî da malbata şehîd Birûsk Botan ku di 2'ê Çileyê de li Hesekê şehîd bû.
Di merasîma sersaxiyê de bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sûad Mistefa axivî û got: "Şehîd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo belavkirina aştiyê, têkoşiyan û canê xwe feda kir."
Endama Kongreya Star Zulfa Bîro jî axivî û her sê şehîdên Komkujiya Parîsê; Sakîne Cansiz û hevalên wê bi bîr anîn û got, ji bo gelên herêmê bi rûmet û azadî bijîn, şehîdan canê xwe kir qurbanî.