Dewleta Tirk li Til Temirê êriş bir ser kedkarên elektrîkê
Li Til Temirê ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrişan dibe ser, vê carê jî xebatkarên ku hewl didan xeta elektrîkê sererast bike, bûn hedefa êrişan.
Li Til Temirê ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrişan dibe ser, vê carê jî xebatkarên ku hewl didan xeta elektrîkê sererast bike, bûn hedefa êrişan.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Til Temirê ya li Kantona Hesekê dewam dikin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, tîma elektrîkê ya ser bi Meclîsa Navçeya Tl Temirê, serê sibehê tevî hêzên Rûs çû gundê Um El Kêf ji bo sererastkirina xeta elektrîkê ya bi hejmara 66'an. Ev xet ji ber êrişên dewleta Tirk têk çûbû.
Dema ku tîm gihîşt gund, yekser êriş li dijî wan hate kirin. Ji ber êrişan tîma elektrîkê neçar ma ku tevî hêzên Rûs vegere.
Dewleta Tirk bi rêk û pêk êrişî sivîlan û binesaziya sivîl dike û sûcên giran ên şer dike.