Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şoreşa Rojava, polîtîkayên dorpêçkirinê û rola PDK'ê ya di nava vê tifaqa dorpêçkirin û êrişê de ji ANF'ê re nirxand.
Eyşe Hiso bi bîr xist ku dewleta Tirk 25'ê Kanûnê jî li Kobanê komkujiyek kir û got, "Êrişa dewleta Tirk a li ser ciwanên Kobanê divê ji êrişên din ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cuda neyê nirxandin. Dewleta Tirk beriya niha êrişî yek ji welatparêzên naskirî yên Rojava Yûsûf Gulo û malbata wî jî kiribû.
Ev êriş divê ji aciziya dewleta Tirk a ji Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cuda neyê nirxandin. DAÎŞ yek ji projeyên herî girîng a wan bû. Kobanê jî sembol, nîşaneya Şoreşa Rojava bû. Bi berxwedana Kobanê re pêvajoya têkçûna DAÎŞ'ê dest pê kir. Bêguman dewleta Tirk ti carî nekarî xwe li vê rabigire. Ji Kobanê timî gelekî aciz e. Her cara ku firsendê dibîne dixwaze êrişî Kobanê bike û êriş dike.
Yek ji armancên van êrişan jî ew e ku li herêmê nearamiyê çêbikin û tevlîheviyê biafirîne. Haya xelkê Kobanê ji van polîtîkayan hemûyan heye. Timî bi çalakiyên girseyî hêrsa xwe ya li dijî van êrişan nîşanî her kesî bi taybetî jî nîşanî dewleta Tirk dide."
Li ser tevlîbûna PDK'ê ji polîtîkayên êrişê û dorpêçkirinê, Eyşe Hiso ev nirxandin kir: "Ji Rojava heta Mexmûrê li gelek herêman ambargo hatiye girankirin. Têkildarî girtina Deriyê Sînor ê Sêmalkayê de hin tiştên ku çalakiya ciwanan weke bahane nîşan didin, bilêv dikin. Ev hemû bahane ne. Çalakiya ku li wir hate lidarxistin, ji bo wergirtina cenazeyên ciwanên Kurd ên şehîd hatin xistin, çalakiyeke sivîl e.
Teslîmnekirina cenazeyan ji bo malbatên şehîdan, bi tena serê xwe pirsgirêkeke. Gelê me jî ji bo vê çalakiyan li dar dixe. Ya ku êrişî ciwanan kir û bûyer provoke kir PDK bi xwe ye. Piştre jî ev yek kir hincet û deriyê sînor girt, ku careke din nîşan da ew jî di nava polîtîkaya dorpêçkirina herêmê de cih digire.
Pêwendiya van hemûyan bi hevdîtinên li Astanayê heye. Her çend ev yek ji xwe re kiribin hincet jî biryarên siyasî yên ku li Astanayê hatin wergirtin û xizmetê ji berjewendiyên dewleta Tirk re dikin, bi destê PDK'ê bi cih têne anîn. Mijar divê bi vî rengî bê nirxandin."
Eyşe Hiso sala 2022'an ji bo Rojava wiha nirxand: "Sala 2021'an ji bo Rojava bû saleke ji berxwedaneke bêhempa ya li dijî êrişên giran. Ne tenê li Rojava, li tevahiya cîhanê guhertinên mezin çêbûn. Rêveberiya Xweser a li Rojava ava bû li gel her tiştî xwe hîn bêhtir bi pêş ve bir. Di nava vê pêvajoyê de rûniştandina sîstema me û destpêkirina qebûlkirinê li qada navneteweyî pêvajoyeke mayindebûnê bi xwe re anî.
Ji niha ve diyar e ku sala 2022'an wê bibe saleke hîn girîng û xurt. Her wiha ji niha ve tê dîtin ku em ê li êrişên giran ên dagirkeriyê û kiryarên şerê taybet rast bên. Eşkere ye ku li hemberî van hemûyan wê berxwedan û têkoşîneke bêhempa jî were nîşandan. Li dijî van êrişan û polîtîkayan em ê sîstema xwe biparêzin û xurt bikin. Sala 2022'an wê ji bo Rêveberiya Xweser bibe saleke girîng."