Ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Bi armanca şeremzarikirina êrêşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê ku di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê – Efrînê, meşek bi meşeleyan li dar xist.

Li navçeya Fafînê ya Şehbayê, bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê - Herêma Efrînê û Yekitiya Jinên Ciwan bi meşeke meşeleyî êrîşa dewleta Tirk a  di 25'ê Kanûnê ya li ser Kobanê ku di encamê de 6 endamên tevgerê şehîd bûn, şeremzar kirin. Meş ji pêşiya navenda Meclisa Kantona Şehbayê dest pê kir. Ciwanan wêneyên şehîdên komkujiya li Kobanê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û pankartên "Ji bo tolhildana şehîdan, li dijî bêbextiyê têbikoşin û faşîzmê hilweşînin" û "Azadiya Rêber APO azadiya me ye" hildan. Her wiha bê navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana Kobanê û Efrînê, dilsoziya bi şehîdan re û şeremzarkirina dewleta Tirk berzkirin.

Meş li ber dibistana Ajokariyê ya li aliyê başûrê navçeyê rawestiya. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê - Efrîn, Ehmed Hesen axivî û got: “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê  ji êrîşên li ser Zirgan, Til Rifet û Kobanê ne cûda ne. Armanca van êrîşan qirkirina gelê Kurd û têkbirina projeya biratiya gelan e.“

Hesen diyar kir ku ligel komkujiyên li dijî jin, zarok, kalepîran û wêrankirina malan, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek ciwanan dike hedef û got: "Ji ber ku ciwan dînamîka şoreşê ne û bingeha berxwedana li dijî dagirkeriyê ne."

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Serdemê û berxwedana ciwanan bi dawî bû.