Çalakgerên Sêmalkayê: Dorpêçkirin nikare bi me; em daxwaza cenazeyên şehîdan dikin

Li Sêmalkayê ji PDK'ê re hate gotin, ku bi siyaseta dorpêçkirinê ew serê xwe natewînin û cenazeyên şehîdan careke din ji PDK'ê hate xwestin.

Ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên li Xelîfanê ji aliyê PDK'ê ve di kemînê de hatin şehîdxistin, li ber deriyê sînor ê Sêmalkayê 92 roj in çalakî tê lidarxistin.

Yekîtiyên Tevgera Civaka Demokratîk ên navçeyên Girkê Legê û Til Koçer ên kantona Qamişlo, îro beşdarî konê xwepêşandanê bûn.

Çalakgerên îro ji aliyê xwepêşandêrên ji Tirbespiyê li binê konê çalakiyê hatin pêşwazîkirin.

Piştî ku xwepêşandêr gihaştin deriyê Pêşxabûr, Hevserokê Yekîtiya Kedkaran a Girkê Legê Ebdulhelîm Hesen daxuyanî da û got: "Tevî ku çalakiyên konê xwepêşandanê ketiye meha xwe ya çaran, lê Partiya Demokrat a Kurdistanê heta niha jî daxwazên xwepêşandêran red dike û cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nake."

Ebdulhelîm Hesen wiha lê zêde kir: "Xwepêşandêr bi şev û roj bi çalakiyên aştiyane beşdarî konê xwepêşandanê dibin û êrişî tu kesî nekirine. Peyama wan jî ji PDK'ê re eşkere ye ku bersiva daxwazên malbatên şehîdan bidin û cenazeyên şehîdan radestî wan bikin."

Hesen bi dewamî kiryarên PDK'ê yên girtina deriyên sînor ên Pêşxabûr û El-Welîd ên ku ji bo rewşên mirovî û nexweşiyan e, şermezar kir.

Ebdulhelîm Hesen wiha dom kir: "Herêmên me dorpêçkirî ne, gund û perestgeh tên hedefgirtin, lê tevî hemû dorpêç û bombebaranan dîsa jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dev ji maf û destkeftiyên xwe bernadin, ji ber ku pêkhateyên herêmê li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a berxwedanê dimeşin."
Xwepêşandêran destnîşan kirin ku çalakiya konê xwepêşandanê heta wergirtina cenazeyên şehîdan wê bidome.