Şervanê YPG'ê Birûsk Botan şehîd bû

YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Birûsk Botan 2'ê Çileyê ji ber qezayekê şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê têkildarî şehadeta şervanekî xwe agahî belav kirin. YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Hevalê me Birûsk Botan roja 2’yê Çileya 2022’yan li Hesekê di encama qezaya perwerdeyê de gihaşt şehadetê.

Heval Birûsk di demekê de ku têkoşîna azadiyê li Rojavayê Kurdistanê bi pêş diket, tev li refên me bû. Bi taybetmeniyên xwe yên fedakar û kedkar dihat nasîn. Di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast û heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi coşeke mezin tev li karên şoreşê bû û erkên xwe bi azweriyeke mezin bi cih anîn.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Birûsk Botan
Nav û paşnav: Fuat Azrak
Navê dayikê: Ayşe
Navê bav: Emîn
Cih û dema şehadetê. Hesekê / 2'ê Çileyê 2022

Em di şexsê şehîd Birûsk de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."