Malbatên şehîdan û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûbûn, ev 94 rojin li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya xwe didomînin. Lê heya niha PDK'ê ti bersivek nedaye daxwazên çalavanan.
Endamên yekîtiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ên Til Hemîs, Til Koçer û Tirbespiyê di roja 94’an de tevlî çalakiya xwepêşandanê bûn.
Şêniyên navçeya Çilaxa bi dirûşmeyên şermezarkirina PDK’ê, çalakvanên nû pêşwazî kirin. Piştre hevseroka Yekîtiya Ajokaran a Tirbespiyê Zîlan Temo axaftinek kir û got: "Çalakiya xwepêşandanê bi daxwazên malbatên şehîdan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan ket meha xwe ya çaran."
Zîlan Temo di dewama axaftina xwe de balkişande ser helwesta redkirina daxwazên gel ji aliyê PDK’ê û wiha dom kir: "Redkirina radestkirina cenazeyên şehîdan ji aliyê PDK’ê ve, dûrî nirxên mirovahiyê ye."
Malbatên şehîdan ji 5'ê Mijdara sala borî ve ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan li Sêmalkayê çalakiya xwe didomînin.