Dewleta Tirk êşkence li sê welatiyên Ereb kir
Dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Kobanê û Rihayê de bi avayeke hovane êşkence li 3 welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyî kir.
Dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Kobanê û Rihayê de bi avayeke hovane êşkence li 3 welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyî kir.
Talan, revandin, dizî, tecawiz, kuştin, komkujî, dagirkerî û êşkencekirin ku di asta navnetewî de sûc tên hesibandin hema bêje bûye karekî asayî û rojane ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ku rojane li ser şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Li hemberî wan sûcên dewleta Tirk saziyên navnetewî û yên mafên mirovan jî heya niha ti bertekekî cidî nîşan nedane û bêdengiya xwe didomînin. Îro jî dewleta Tirk sûceke din li ser sûcên xwe zêde kir.
Îro saet 4:00’ê sibê 3 welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi navê Cûma Mihemed Elhisîn, Îbrahîm Xelef Îsa û Mihemed Ehmed Hisîn Silêman yê ku bi eslê xwe Erebin wexta ku dixwestin li ser sînorê Kobanê derbasê Bakurê Kurdistanê bibin ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ve bi avayekî hovane hatin êşkence kirin û hatin berdan.