ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Remedan Elrehal: Hêzên Sûriyeya Demokratîk parêzvanên vê xakê ne
Şêxê eşîreya El`elî Remedan Elrehal anî ziman hemî tuhmedbariyên terorîzimê ên ku dewleta Tirk Partiya Karkerên Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokrat tewanbar dike dûrî rastiyê ne. -
'Ji bo ku DAÎŞ were qedandin divê kanên ku wan têr dikin werin ziwakirin'
Ferhat Şamî Ji bo ku pirsgirêka DAÎŞ’ê ji holê were rakirin, divê di serî de Tirkiye hêz û dewletên ku destekê didin van çeteyan werin darizandin. -
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Bekê şehîd bû
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanê wan Xelîl Bekê (Xelo Reş) dema li ser erka xwe bû ji ber qezayê şehîd bûye. -
‘Deriyê Sêmalka bi biryareke siyasî hat girtin’
Hevseroka Meclisa PYD'ê diyar kir ku girtina Sêmalka ne girêdayî çalakiya protestoyî ya ciwanan e, biryareke siyasî ye û got, “PDK bi vî rengî nikare sûcên xwe veşêre.” -
Dewleta Tirk a dagirker êrişî wesayîta Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê kir
Wesayîta Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ya ku diçû operasyona li hemberî DAÎŞ’ê bû hedefa dewleta Tirk a dagirker. -
Li Hesekê qedexeya giştî hate ragihandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî bûyerên li Hesekê qedexeya giştî ragihand û banga piştgiriyê li gel kir. -
DAÎŞ’ê ji ber ku xwestin teslîm bibin herî kêm 7 kesên di girtîgehê de kuşt
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku li girtîgeha Hesekê herî kêm 7 girtiyên ku xwestin teslîm bibin ji aliyê girtiyên DAÎŞ’î hatine kuştin. -
Li Hesekê di êrişan de 3 sivîl û endamekî hêzên ewlekariyê şehîd bûn
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li Hesekê di êrişan de "sê sivîl û endamekî hêzên ewlekariya hundirîn şehîd bûne." -
Dewleta Tirk êrişî Şêrawayê kir
Dewleta Tirk a dagirker bi fuzeyan êrişî 2 gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê kir û 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn. -
Di êrişên Hesekê de xebatkarekî tefandina agir şehîd bû
Dema ku DAÎŞ’ê êrişî girtîgeha Hesekê kir xebatkarekî tefandina agir şehîd bû û yek jî birîndar bû. -
‘Hêzên navneteweyî berpirsên bûyerên li Hesekê ne’
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Omer got “Êrişên dagirker ên dewleta Tirk ji terorê re firsendan çêdike. Hemû hêzên navneteweyî berpirsên bûyerên li Hesekê ne.” -
Li Hesekê 89 çeteyên hewl dan birevin hatin girtin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Hesekê 89 çete girrtin ku piştî êrişa DAÎŞ'ê hewl dan ji girtîgehê birevin. -
Agahiyên dawî yên li ser êrişa li girtîgeha Hesekê
Piştî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser girtîgeha Hesekê, di navbera şervanên QSD'ê û şaneyên razayî yên DAÎŞ'ê yên li rojava û bakurê girtîgehê de şer diqewime. -
Operasyona li dijî şaneyên DAÎŞ'ê yên êriş birin ser girtîgehê: 5 mirî
Piştî êrişa DAÎŞ'ê ya li ser girtîgeha li Hesekê, li dijî şaneyên çeteyan operasyonek hate kirin. Di encamê de 5 çete hatin kuştin. -
Şaneya ku êrişî Girtîgeha Xiwêranê kir, hate îmhakirin
Piştî êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Girtîgeha Xiwêranê, balafirên Koalîsyona Navneteweyî şaneyeke çeteyan tespît kirin û îmha kirin. -
Dewleta Tirk a dagirker Şera û Şehbayê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şera û Şehbayê bi hewan û obusan topbaran dike. -
Gundên Şêrawayê tên topbarankirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Ziyaretê û Aqîbe yên Şêrawayê topbaran dikin. -
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hate têk şikandin - NÛ BÛ - I
Çeteyên DAIŞ'ê li Taxa Xiwêran a bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş birin ser girtîgeha ku 5 hezar DAIŞ'î tê de hene. Hêzên Ewlehiyê hemwext mudaxileyî vê êrişê kir û êriş têk şikandin. -
Bi deh hezaran Efrînî meşiyan
Bi deh hezaran Efrîniyên ku ji cihê xwe hatine koçberkirin, di 4. salvegera dagirkirina bajarê wan a ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daketin qadan. -
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Efrînê daketin qadan
Gelên Kobanê, Minbîc, Tebqa û Til Beraqê di salvegera êrişên dagirker ên li ser Efrînê daketin qadan. -
Dewleta Tirk a dagirker gundê Aqîbê û navçeya Til Rifetê bomberdûman dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Aqîbê û navçeya Til Rifetê bomberdûman dikin. -
Kongreya Star: Divê dewleta Tirk ji Efrînê bê derxistin
Koordînasyona Rojava ya Kongrya Star diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê bi rêk û pêk sûcê li dijî mirovahiyê dike û destnîşan kir ku dagirker divê ji Efrînê bên derxistin. -
1500 şehîd, 72 balafir, berxwedana 58 rojî...
Efrîniyan bi Berxwedana Serdemê, li dijî artêşa herî faşîst a NATO'yê û xwedî teknîka herî pêşketî, 58 rojan li ber xwe dan. Di vê berxwedanê de bi sivîl û şervanên xwe 1500 şehîd dan. -
Bi deh hezaran kes ji bo Efrînê dimeşin
Di salvegera destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de, bi deh hezaran kes li Şêrawayê daketin qadan. Girseya gel bi dirûşma "Em ê Berxwedana Serdemê mezin bikin û dagirkeriyê ji holê rakin" dimeşin. -
Li Derayê êrişa bombeyî: 12 kes mirin
Li herêma Dera ya Sûriyeyê li dijî otobusekê êrişeke bombeyî hate kirin. Hate raighandin ku 12 ji endamên hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê mirin.