Ji Amûdê heta Qamişloyê meşa 'Komkujiya Parîsê'
Ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger ku beriya neh salan li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, ji bajarê Amûdê heta Qamişloyê meşeke dirêj dest pê kir.
Ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger ku beriya neh salan li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, ji bajarê Amûdê heta Qamişloyê meşeke dirêj dest pê kir.
Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û endamên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên li Kobanê hatin qetilkirin, meşeke dirêj hate lidarxistin.
Meşê ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û bi dirûşma "Em ê bi rêxistinbûyînê tundiyê ji holê rakin" û "Şoreşa jinan wê bi ser bikeve" pêk tê.
Meşa ku endamên saziyên sivîl jî tevlî bûne, tê payin ku êvarê bigihêje Qamişloyê.