Meclîsa Leşkerî ya Suryanan: Em ê herêmê û gelê xwe biparêzin
Meclîsa Leşkerî ya Suryanan diyar kir ku wê li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedanê geştir bikin û got “Em ê herêmê û gelê xwe biparêzin.”
Meclîsa Leşkerî ya Suryanan diyar kir ku wê li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedanê geştir bikin û got “Em ê herêmê û gelê xwe biparêzin.”
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Suryanan bi wesîleya salvegera 9’emîn a avakirina xwe daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Meclis di salên derbasbûyî de ji bo parastina ewlehiyê û gel gelek xebatî. Meclisê di pêngavên leşkerî yên cuda de, ji destpêka şerê li dijî terorê li rex hêz, meclisên din ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) cih girt. Ji bo tunekirina DAIŞ’ê me gelek fedakariyên mezin kirin.
Li gel berdewamkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li dijî eniyên şer û gundên Suryan û Asûran ên li Til Temir û Hewza Xabûrê, em salvegera 9’an a damezirandina meclisê pîroz dikin. Hêzên me li eniyan in da ku sivîlan û herêmê di çarçoveya mafê parastina rewa de biparêzin û bersiva topbaranê didin. Her wiha hêzên me tev li hemû operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê û parastina ewlehiya girtîgehên terorîstan û kampan dibin.
Em ê di sala bê de stratejiyekê deynin ku li gorî wê, asta hêzên xwe bilind bikin bi şêwazekê ku kar û xebatên xwe ji bo parastina gundên Asûr û Suryanan biparêzin. Kar û xebatên me di têkoşîna li dijî terorê û şaneyên veşartî de dê berdewam bikin. Em piştgiriyê didin hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo avakirina atmosfereke guncaw da ku çareseriyeke siyasî ya nîştimanî bibîne ku mafên gelê me û daxwazên wî yên nîştimanî misoger dike. Em soz didin gel û şehîdan ku welatê xwe di çarçoveya mafê parastina rewa de ji hemû xetereyan biparêzin û ewlehiyê pêk bînin. Em gelê xwe yê Asûr û Suryan bi vê boneyê pîroz dikin û spasiya wan dikin ku piştgiriya berxwedana me dikin.”