QSD’ê têkildarê sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yê di nava sala 2021’an de li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkanînî daxuyaniyeke nivîskî da û bîlançoya salê ji raya giştî re parvekir.
Di daxuyaniya QSD`ê de ev xalane hatin rêzkirin:
“Sûcên û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema ku herêm dagir kirine anku sala 2011`an ve, ranewestîn. Bi taybet li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji DAÎŞ û El-Nusrayê hatine rizgarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên hovane li dijî wê pêkanîn. Her wiha nêzîkatiyên navneteweyî, berjewendiyên siyasî yên dewletên herêmî û navneteweyî û saziyên leşkerî û istixbaratî yên dewleta dagirker hişt ev yek pêk were.
QIRKIRINA KOMÎ
Ruxmî lihevkirina navneteweyî ku guhertina demografîk û bicihkirina neteweyekê li şûna ya din, pêkanîna fişarê li dijî şêniyên resen, komkujî û neçarkirina sivîlan ku şert û mercên ewlehî û jiyanî yên dijwar bijîn, bi qirkirina komî bi nav dike, lê li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ev yek bi awayekî sîstamatîk pêk tê ku hişmendiya dijminane ya dewleta Tirk rave dike. Tevî wê jî cîhan û rêxistinên mafên mirovan ên têkildarî bêdeng in. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker hovîtiya xwe zêde kir û gelek komkujiyan pêk tine.
DI 2021`AN DE ASTA PÊKANÎNA SÛCAN ZÊDE BÛ
Di sala 2021`an de sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên dagirkirî û yên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Dewleta Tirk gelek caran bi êrişên hewayî û bejahî û dagirkirinê û belavkirina sîxuran hewl da şêniyan careke din bide koçberkirin. Delîlên madî û manewî yên yekser li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên, têkiliyên wê di binpêkirina qanûnên navneteweyî îsbat dikin û digihêjin asta sûcên şer. Pêkanîna lêpirsîneke navneteweyî ya bêalî, wê rê nede ku dewleta Tirk wan delîlan veşêre. Nexasim ev sûc bi awayekî eşkere pêk anîn.
DERXISTINA ŞER
Dewleta Tirk a dagirker di 2021`an de gelek caran hewl da şer derbixe û hêzên me provokatîv bike. Saziyên wê yên istixbaratê, rastî berovajî kirin, gelek êrişên leşkerî yên nerast li dar xistin û hêzên me pê tawanbar kirin. Xwest bi vê yekê êrişên xwe yên li dijî sivîlan rewa bike. Dewleta Tirk a dagirker ji vê yekê armanc dike herêmê vala bike, da ku terorîstan û bermahiyên DAÎŞ û El-Qaîdayê li şûna wan bi cih bike. Êdî hebûna DAÎŞ û komên girêdayî wê li herêmên dagirkirî ji her kesî re eşkere ye.
SÛCÊN ŞER ÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ
Sûcên dewleta Tirk a dagikrer ên li dijî herêmê çi êrişên hewayî yan jî bejahî yan jî hedefgirtina sivîlan û welatiyan, topbarankirina goristanan, cihên olî, dibistanan, saziyên xizmetguzariyê û revandina şêniyan, veşartina wan, fişarê li malbatên bike da ku bêdeng bimînin, kuştina bêserûber, siyaseta tirkkirinê û derfet li pêşiya rêxistinên terorîst vedike û serçeteyên DAÎŞ`ê hemêz dike.
BILANÇOYA SÛCAN
Bilançoya êrişên dewleta Tirk û encamên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Dêrikê bigire heta bigihêje Efrîn û herêmên Şehbayê wiha ye:
47 êrişên bejahî û hewldanên dagirkirinê.
Hezar û 300 êrişên bi çekên giran; topavêj û tank. Tê de derdora 7 hezar guleyên hawn, obus û tankan hatin bikaranîn.
89 ÊRIŞÊN DRONAN
58 gund û 3 bajarok; Zirgan, Eyn Îsa û Til Rifat, gelek deverên bajarê Qamişlo, Kobanê, Til Temir û Çilaxayê hatin bomebebarankirin.
52 bûyerên sekvaniyê û rê nehat dayîn ku sivîl biçin zeviyên xwe.
89 sivîl şehîd bûn.
22`yê Îlona 2021`an di hewldaneke dagirkirinê de komên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk welatiyê bi navê Ebulmecîd El-Ewad ê 35 salî li gundê Dibs li bakur rojavayê Eyn Îsayê înfaz kir.
DI ENCAMA ÊRIŞAN DE 134 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN
Zêdetirî 700 sivîl li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatine revandin.
22 cihên dîrokî hatin wêrankirin.
Hêzên Tirk ên dagirker hurmeta şêniyan binpê kir, li Efrînê goristanên şehîdên sivîl û leşkerî texrîb kirin û cenazeyên wan birin cihekî ne diyar. Demek berê jî goristanên li gundên Metîna, Qaqizlî, Avesta Xabûr a li ser rêya gundê Kefer Şîl xirab kir û kirin sûka firotina pez. Her wiha goristana Şehîdên Asûrê ya li gundê Til Şenal û goristana gundê Til Cuma yên Til Temirê jî topbaran kirin. Çeteyên "Feyleq El-Rehman" ya terorîst goristana Şehîdên Serêkaniyê xirab kirin û kirin baregeheke leşkerî. Komên terorîst ên girêdayî Tirkiyê ji bo lêgerîna li şûnwaran goristana Girê Spî konandin. Dîsajî dagirekran rasterast mizgefa bajarokê Zirganê bêserûber topbaran kirin û beşek jê xirab kir. Her wiha gelek sivîl ku ji ber topbaranê direviyan şehîd bûn. Her wiha dibistana gundê Fatsa yê rojhilata Eyn Îsa û dibistaên gundên Gozeliyê, Dirdara, Bab El-Xêr, Ebûş, Til Cuma û Um El-Kêf topbaran kirin, avahiya şaredariya gundê Dirdara û meclisa sivîl û zêdetirî 19 navendên kehrebeyê topbaran kirin.
Di heman demê de qetilkirina sivîlan, di serî de malbata Gulo ya pêşeng li pêş bû. Ev yek ji xeteriyên sûc in, ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya wê xwest ku istiqrara herêmê pêk bibe, tirsê bixe dilê şêniyan û nehêlin ku beşdarî çalakiyên avakirina civakê û parastina wê bibin.
Li hemberî êrişên terorîst û dagirkirinê yên Tirkiyê, hêzên me mafê parastina rewa, parastina sivîlan û herêmê bi kar anîn. Hêzên me di vê çarçoveyê de bersiva êrişên Tirkiyê dan. Bi dehan hewldanên dagirkirin û pêşketinê yên terorîstan têk birin. Li hemberî hemû êrişan, çi yên Tirkiyê bin, yan ên DAÎŞ û yên aliyên din bin, careke din em teqez dikin ku em bi nirxên niştimanperwerî û exalqî yên parastina jiyaneke ewle ji xelkê re girêdayî ne. Em teqez dikin ku em ê xebatên rizgarkirina herêmên dagirkirî û qewitandina dagirkeran berdewam bikin.
Di têkoşîna me ya ya sala 2021'an a li dijî êrişên Tirkiyê û şaneyên DAÎŞ'ê ya terorîst de, 148 şervan û fermandarên me gihaştin asta şehadetê.
Para herî mezin a sûcên ku Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, ne ji bo armancên leşkerî tenê ne, di heman demê de ji bo ku zextê li niştecihan bikin û demografiya herêmê biguherin û xaka Sûriyê qut bikin. Hincet ji van sûcan re tunene. Mafê tu aliyekî navneteweyî an herêmê hinceteke qanûnî û siyasî ji dagirkeriya Tirk li herêmê berfireh ên Sûriyê, di serî de Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê peyda bike. Ji vî bingehî em bangên xwe ji bo aliyên navneteweyî, bi taybet dewletên garantor re dûbare dikin ku erkên xwe bi cih bînin, sûcên Tirkiyê rawestînin, zextê lê bikin da ku ji herêmên dagirkirî derkeve, garantiya vegera koçberan a li mal û warên xwe bide. Her wiha em bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku komîteyeke navneteweyî ya serbixwe ya lêkolînkirina sûcan ava bike da ku sûcên ku artêşa Tirk û komên terorîst ên girêdayî Enqere li dijî şêniyên li herêmên dagirkirî pêk tînin, lêkolîn bikin û sûcdaran sewqî dadgehan bikin.
Di heman demê de em soza xwe ya bi tevahî pêkhateyên gelê xwe re nû dikin ku em amade ne di oxira parastina wan de hîn bêtir fedekariyan bidin. Em nahêlin ku hêzên terorîst bighêjin armancên xwe yên dagirkirina herêmê, koçberkirina niştecihan, peydakirina hawirdoreke ewle ji bo çalakkirina şaneyên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê."