Dewleta Tirk li Efrînê 4 kes revand

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Celemê ya girêdayî navçeya Cindirêsê 4 kes ji bo fîdyeyê revand.

Li gundê Celeme yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî çeteyên ku navê polîsên leşkerî li xwe dikin ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 4 welatiyên Kurd ji gund revandin.

Navên kesên hatin revandin wiha ne; Cîhad Berekat (35), Xebat Mihemd Hebeş (30), Elî Mistefa Hebeş û Mihemed Subhî Hemo.

Çeteyan ji bo serbestberdana her yekî 6 hezar lîreyên Tirkiyê ji malbatên wan xwestine.

Her wiha çeteyan Mihemed Subhî birin navenda ewlehiyê ya li navenda bajarê Efrînê û hîna çarenûsa wî ne diyar e.